Qubad Talebanî: YNKê biryara guhertina awayê rêvebirina herêmê daye
Kurdistan 12:47 PM - 2024-10-09
PUKMEDIA
Qubad Talebanî
Serokê Ofîsa Sekreteriya Serok Mam Celal Qubad Talebanî li
rêveberiya Raperîn bi serokên tîmên tenduristiyê yên kampîna hilbijartinê ya
Lîsteya 129 a YNK'ê re hevdîtin kir.
Di hevdîtinê de, Qubad Talebanî pirsgirêkên sektora
tendirustiyê li Herêma Kurdistanê gotûbêj kirin û spasiya pizîşk û xebatkarên
tenduristiyê yên ku di deh salên borî de ji ber şerê li dijî DAÎŞê, pirsgirêka darayî û belavbûna vîrusa Koronayê rastî zextên giran hatine kir.
Wî got: Ez piştrast im ku piraniya bijîşk û xebatkarên
tenduristiyê ji şêwaza rêveberiya heyî, rewşa sektora tenduristiyê û rewşa
jiyana xwe ne razî ne û daxwaza guhertineke bingehîn di şêwaza rêveberiyê de
dikin.
Talebanî di beşeke din ya civînê de behsa girîngiya
hilbijartinên vê civîna parlementoya Kurdistanê kir û got: Cûdahiya di navbera
vê hilbijartinê de ew e ku encam dê bibe sedema guhertinan û YNKê piştî 3 salan
ji xwerêxistinkirin û xwe bihêzkirin, biryarek yekcarî ji bo guhertina awayê rêveberiya Herêma Kurdistanê daye.
Berpirsê Ofîsa Sekreteriya Serok Mam Celal got jî: “Gelê Kurdistanê berê ezmûnên wan bi partiyên ku qala guhertinê dikirin hene, lê ji ber ku îmkan û hêza pêwîst ji bo guhertinê tunebûn di wê yekê de bi ser neketin lê rewş xirabtir bû, lê îro Yekitiya Niştimanî ya bi serokatiya Bafil Celal Talebanî bi tevahî amade ye guhertinan pêk bîne, lewra divê girseya Kurdistanê derfetê bide Yekîtiya Niştimanî û deng bidin Lîsteya 129, ji ber ku serkeftina Yekîtiya Niştimanî di van hilbijartinan de serkeftina hemû gelê Kurdistanê ye.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
03:53 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
11:45 AM - 2026-07-26 -
Komandoya Kurdistanê tîmeke bijîşkî ji bo ziyaretkaran dişîne Kerbelayê
01:49 PM - 2026-07-25 -
Serokomarê Iraqê: Mafên jinan diparêzin
11:51 AM - 2026-07-25
zêdetir tamaşe bike
Derbaz Kosret û Konsulê Rûsyayê rewşa navçeyê û pêkanîna hikûmetê gotûbêj dikin
09:01 PM - 2026-07-26
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
06:17 PM - 2026-07-26
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
05:51 PM - 2026-07-26
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
05:05 PM - 2026-07-26
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
Kurdistan 06:17 PM - 2026-07-26 -
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
Kurdistan 05:51 PM - 2026-07-26 -
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
Kurdistan 05:05 PM - 2026-07-26 -
Besam Kaco:Karên bo vegerandina koçberên Serê Kaniyê berdewamin
Kurdistan 02:20 PM - 2026-07-26 -
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
Cîhan 03:53 PM - 2026-07-26 -
Şêx Cefer piştgiriya çalakiyên Saziya Kerimî Eleke dike
Kurdistan 03:30 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
Kurdistan 11:45 AM - 2026-07-26 -
Serokkomarê girîngiya xurtkirina hewldanan ji bo parastina ewlehî û aramiya Îraqê tekez kir
Êraq 01:39 PM - 2026-07-26






Aplîkêşin

