Komîsyon bidawîbûna amadekariyên hilbijartinan radighîne
Kurdistan 01:00 PM - 2024-10-03
PUKMEDIA
Logoya Komisyonê
Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan piştrast kir ku
wan hemû amadekariyên xwe ji bo lidarxistina hilbijartinên Parlamentoya
Kurdistanê ku biryar e di 20/10/2024 de birêve biçe, temam kirine.
Dadwer Omer Ehmed Serokê Lijneya Komiserên Komisyona Bilind
a Serbixwe ya Hilbijartinan di kongirekî rojnamevanî de ku PUKMEDÎA dişopand de
ragihand: Komisyonê zêdetirî %95 ji rêkarên xwe yên ji bo lidarxistina
hilbijartinan temam kiriye û kaxazên dengdanê
û kartên elektironî gihiştine ofîsên komîsyonê li Herêma Kurdistanê û em daxwaz
ji hemwelatîyan dikin, bo wergirtina kartên xwe yên hilbijartinan, serdana
navendên tomarkirinê bikin, ji berk u bêyî karta elektironî ya dengdanê ti dengder nikare
dengê xwe bide.
Got jî: Komisyonê makîneyên dengdanê li hemû parêzgehan jî
amade kiriye û bi awayekî baş kar dike ku hilbijartinan bi awayekî şefaf û
dadperwerane birêve biçe daxwaza wan ji bo çavdêrîkirina hilbijartinan, ji bilî
8 rêxistinên navdewletî ku daxwaza xwe ya çavdêriya hilbijartinan piştrast
kirine.
Serokê encûmena komisyonan got: 41 hezar karmendên me hene
ku di roja dengdanê de karûbarên welatiyan birêve dibin û hemû rahênanên pêwîst
wergirtine da ku bi baştirîn şêwe erkên xwe bi cih bînin.
Wî berdewam kir: Komîsyon bi zelalî û yekrêziya temam ji bo
lidarxistina hilbijartinan kar dike û ev hilbijartin ji hilbijartinên din cuda
ne, ji ber ku alavên elektronî yên pêşketî di wan de têne bikar anîn, û tu cihê
sextekariyê nemaye, û em spasiya tîma Netewên Yekgirtî dikin ji ber piştgirîya
wan ji bo serkeftina karên Komîsyonê.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
03:53 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
11:45 AM - 2026-07-26 -
Komandoya Kurdistanê tîmeke bijîşkî ji bo ziyaretkaran dişîne Kerbelayê
01:49 PM - 2026-07-25 -
Serokomarê Iraqê: Mafên jinan diparêzin
11:51 AM - 2026-07-25
zêdetir tamaşe bike
Derbaz Kosret û Konsulê Rûsyayê rewşa navçeyê û pêkanîna hikûmetê gotûbêj dikin
09:01 PM - 2026-07-26
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
06:17 PM - 2026-07-26
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
05:51 PM - 2026-07-26
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
05:05 PM - 2026-07-26
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
Kurdistan 06:17 PM - 2026-07-26 -
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
Kurdistan 05:51 PM - 2026-07-26 -
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
Kurdistan 05:05 PM - 2026-07-26 -
Besam Kaco:Karên bo vegerandina koçberên Serê Kaniyê berdewamin
Kurdistan 02:20 PM - 2026-07-26 -
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
Cîhan 03:53 PM - 2026-07-26 -
Şêx Cefer piştgiriya çalakiyên Saziya Kerimî Eleke dike
Kurdistan 03:30 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
Kurdistan 11:45 AM - 2026-07-26 -
Serokkomarê girîngiya xurtkirina hewldanan ji bo parastina ewlehî û aramiya Îraqê tekez kir
Êraq 01:39 PM - 2026-07-26






Aplîkêşin

