Talebanî: Alavên çaksazî û serastkirina hikûmetê tenê di destê YNKê de ne
Kurdistan 11:17 PM - 2024-10-01
PUKMEDIA
Talebanî li gel berpirsên tîmên ciwanên YNKê
Qubad Talebanî her wiha got: “Ji bilî YNKê, ti aliyeke din amêrên pêwîst ji bo çaksazî û serrastkirina rêbaza hikûmetê nîne.’’
Berpirsê Buroya Sekreteriya Serok Mam Celal, Qubad Talebanî di civîna ligel berpirsên tîmên ciwanên YNKê yên rêveberiya Raperîn de got: “Vê hilbijartinê derfeta herî mezin ji bo YNK’ê ji bo serketinê çêkiriye û armanca sereke ya YNK’ê jî ew e ku di vê hilbijartinê de serkeftineke mezin ji bo sererastkirina rêbaza rêveberiya herêmê tomar bike.’’
Berpirsê Sekreteriya Serok Mam Celal rewşa YNKê di navbera salên 2009 û 2022an de eşkere kir, ku ji dema damezrandina Tevgera Gorran heta piştî sala 2022an roj bi roj lawaz bû û li ser asta herêmî, Iraq û navdewletî bi temamî bêbandor bû, lê ev sê sal in di bin serokatiya Serok Bafil Celal Talebanî de roj bi roj bihêztir bûye.’’
Talebanî got, yên ku Serok Bafil ji nêz ve nas dikin, dizanin ku her soza wî bide dê bi cih bîne. Wî got:“Du sal berê soza hevsengkirina hêzê dabû û ew yek jî kir ji wana serkeftinên li pey hev li Kerkûk û Mûsilê, guhertina yasaya hilbijartinan û gelek serketinên din, niha hem li Iraqê û hem jî li qada navneteweyî de hene.YNK’ê jî beriya 4 salan nekarî reform û guhertinan bike, lê di vê qonaxê de bi serokê xwe yê bi hêz, bi xwe birêxistinkirin û gelek taybetmendiyên din, yekane partiye ku amûrên pêwîst ji bo çaksaziya rastîn heye.Rêya rastkirina rêveberiyê heye û vê carê jî dikare û dê pêk bîne, ji ber ku ev soza Serok Bafil e û daxwaza serkirdayetiyê û hemû kadro, endam û girseyên YNKê ye.’’
Di beşeke din ya civînê de Talebanî eşkere kir ku, rikeberên YNKê vê carê bi serkeftineke me mezin piştrast in, lewma hewl didin alozî û arîşeyan çêkin û bêhurmetiyê li berbijêr û kesayetên me dikin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zêdetir tamaşe bike
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
Kurdistan 09:55 AM - 2026-06-06



.jpg)


Aplîkêşin

