Berdevka Lîsteya 129 ya YNK’ê bersiva gotinên şaş dide
Kurdistan 10:05 PM - 2024-10-01
PUKMEDIA
Berdevkê Lîsteya 129 ya YNKê
Berdevka Lîsta 129 ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bersiva nerazîbûnên grûpa bi navê Encûmena Asayîşê da û got:“Beriya niha cîgirê yekem yê PDKê û parêzgarê Hewlêrê eşkere kiribûn ku şewatên li bazarên Hewlêrê ti pêwendiya xwe bi YNKê re nîne.
Berdevkê Lîsteya 129 ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Karwan Gaznayî ji bo civîna şeşemîn a hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê di kongreyeke rojnamevanî de ragihand:’’Di demekê de ku Kurdistan û herêm di rewşeke hestiyar re derbas dibe, lê careke din komek ji Hewlêrê bi navê Encûmena Asayişa Herem, ku bi rastî jî grûpeke parastina PDKê ye, dest bi çêkirina senaryoyên ne kalîte kirine, em çend bersiva dîrokê bidin we.
“Beriya niha Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ku cîgirê yekem ê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ye, di civîneke rojnamevaniyê de bi zelalî ragihandibû û Parêzgarê Hewlêrê berî ku bibe tîmek ji bo hilbijartinên PDKê, bi awayekî eşkere amaje bi wê yekê kir ku şewitandina bazaran ji ber kerebe bûye û ti kes li pişt wê nîne.”
Berdevkê Lîsteya 129 ya YNKê got jî:“Di dema ku dijberên me bi firokeyên bê firokevan êrişî welatiyên Kurdistanê dikin û ciwanên me tên bombebarankirin û kuştin, Encûmena Asayiş bêdeng e û ti bertek nîşan nade.Dema rûşê pîroz a mamostayên olî dişewitînin, girtiyên Badînanê ji ber şîrove û nêrînên cuda 5 û 6 salan dixin girtîgehê her bêdeng in.”
Karwan Gaznayî got: "Encûmenek ku bi vî rengî tevbigere û nêrînên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) nîşan bide, ne hêjayî bersivê ye, lê tenê ji bo rêzgirtina bi rûmet a xelkê Hewlêrê, em van şiroveyan diweşînin."
Berdevkê Lîsteya 129 ya YNK’ê wiha got:“Em van hewlan wek neçarî dibînin ku aramiya helmeta gera şeşem a hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê têk bidin û Lîsteya 129 ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê tekez dike ku em ligel helmeteke aştiyane ne."Em hêvîdar in ku ew bandoreke neyînî li proseya hilbijartinan neke, ji ber ku em bi biryar in ku dawî li vê rejîma otorîter û yên ku senaryoyên bi vî rengî plan dikin, bînin."
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
03:53 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
11:45 AM - 2026-07-26 -
Komandoya Kurdistanê tîmeke bijîşkî ji bo ziyaretkaran dişîne Kerbelayê
01:49 PM - 2026-07-25 -
Serokomarê Iraqê: Mafên jinan diparêzin
11:51 AM - 2026-07-25
zêdetir tamaşe bike
Derbaz Kosret û Konsulê Rûsyayê rewşa navçeyê û pêkanîna hikûmetê gotûbêj dikin
09:01 PM - 2026-07-26
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
06:17 PM - 2026-07-26
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
05:51 PM - 2026-07-26
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
05:05 PM - 2026-07-26
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
Kurdistan 06:17 PM - 2026-07-26 -
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
Kurdistan 05:51 PM - 2026-07-26 -
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
Kurdistan 05:05 PM - 2026-07-26 -
Besam Kaco:Karên bo vegerandina koçberên Serê Kaniyê berdewamin
Kurdistan 02:20 PM - 2026-07-26 -
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
Cîhan 03:53 PM - 2026-07-26 -
Şêx Cefer piştgiriya çalakiyên Saziya Kerimî Eleke dike
Kurdistan 03:30 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
Kurdistan 11:45 AM - 2026-07-26 -
Serokkomarê girîngiya xurtkirina hewldanan ji bo parastina ewlehî û aramiya Îraqê tekez kir
Êraq 01:39 PM - 2026-07-26






Aplîkêşin

