Serok Bafil: Ji bo çareserkirina pirsgirêkan baştirîn bijarde diyalog e
Kurdistan 07:58 PM - 2024-09-22
PUKMEDIA
Serok Bafil Talebanî
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya
Kurdistanê Bafil Celal Talebanî ji bo 10 Kongreya Partiya Yekîtiya Demokratîk
(PYD) peyamek şand.
Serok Bafil Celal Talebanî di
peyama xwe de wiha got: Birêz rêhevalên me yên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD),
bi boneya dehemîn konferansa partiya we ya têkoşer, ez bi navê xwe û bi navê Yekîtiya
Niştimanî germtirîn pîrozbahî li we dikin û bextewerî û serkeftinê ji we re
dixwazim.
Got jî: Konferansa we di rewşek
hestyar de hat lidarxistin, ji ber ku herêma me û Rojhilata Navîn di zehmetiyên
mezin re derbas dibin û ji her demê zêdetir pêwîstiya me bi hemahengî û karekî
hevbeş heye bo parastina mafên xwe yên netewî û destkeftên bidestxistî.
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya
Kurdistanê got: Em di wê baweriyê de ne ku ti pirsgirêkek ku bi diyalogê neyê
çareserkirin tine ye, baştirîn bijarde ji bo guhertinên ku derdikevin pêş,
çareseriya aştiyane û danûstandine, wek ku çawa em dibêjin aramî li rojhilata
navîn pêk nayê bêyî çareserkirina pirsgirêka kurd, ez hêvî dikim ku hemû alî
vegerin ser maseya diyalogê û baweriya me bi pêkvejiyan û karê hevbeş heye ku
em bibin qrtaq ne dijmin.
Got jî: Birêzan di kongreya
Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) de, ez piştrast im ku hûn dê di vê ezmûnê de jî
bi ser bikevin. Em hêvî dikin ku pêşniyar û biryarên we xizmetê ji armancên
bilind ên gelê Kurd û jiyana hevbeş a hemû gelan re bikin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
03:53 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
11:45 AM - 2026-07-26 -
Komandoya Kurdistanê tîmeke bijîşkî ji bo ziyaretkaran dişîne Kerbelayê
01:49 PM - 2026-07-25 -
Serokomarê Iraqê: Mafên jinan diparêzin
11:51 AM - 2026-07-25
zêdetir tamaşe bike
Derbaz Kosret û Konsulê Rûsyayê rewşa navçeyê û pêkanîna hikûmetê gotûbêj dikin
09:01 PM - 2026-07-26
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
06:17 PM - 2026-07-26
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
05:51 PM - 2026-07-26
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
05:05 PM - 2026-07-26
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
Kurdistan 06:17 PM - 2026-07-26 -
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
Kurdistan 05:51 PM - 2026-07-26 -
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
Kurdistan 05:05 PM - 2026-07-26 -
Besam Kaco:Karên bo vegerandina koçberên Serê Kaniyê berdewamin
Kurdistan 02:20 PM - 2026-07-26 -
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
Cîhan 03:53 PM - 2026-07-26 -
Şêx Cefer piştgiriya çalakiyên Saziya Kerimî Eleke dike
Kurdistan 03:30 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
Kurdistan 11:45 AM - 2026-07-26 -
Serokkomarê girîngiya xurtkirina hewldanan ji bo parastina ewlehî û aramiya Îraqê tekez kir
Êraq 01:39 PM - 2026-07-26






Aplîkêşin

