Silêmanî, bajarê azadiyê, bîrdariya parêzvanên Rastiyê ava kir

Kurdistan 10:13 AM - 2024-09-18
Bîrdariya şeîdên parêzvanên rastiyê PUKMEDIA

Bîrdariya şeîdên parêzvanên rastiyê

Rojnamevanan Şehîd Qubad Talebanî Silêmanî

Li bajarê Silêmaniyê Bîrdariya Parêzvanên Rastiyê ku ji bo rêzgirtin ji 551 rojnamevanên ku di 20 salên borî de di dema karê xwe yê rojnamevaniyê de jiyana xwe ji dest dane hatiye avakirin. Hejmara rojnamevanên  şehîd ku di wê bîrdariyê de hatine nivîsandin 551 şehîd in ku 23 şehîdên wan rojnamevanên biyanî ne û piraniya wan şehîdan di dema romalkirina nûçe û bûyeran de şehîd bûne.

Qubad Talebanî rêya Serok Mam Celal dişopîne

 

Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî derbarê wê bîrdariyê de got: Erkê me ye ku em bergiriyê li azadiya destkeftî bikin û bîranîna şehîdên rastiyê û şehîdên din bidomînin û tekez kir ku tişta ku hêşt em vê yekê bikin nebûna navendên ku navên şehîdan têde hebin li Êraqê ye.Qubad Talebanî ku xwediya wê fikrê bû li ser şopa Mam Celal dimeşe di parastina azadiya derbirînê de ku ev 18 mehan ji bo berhevkirina navên rojnamevanên şehîd ji 2003 ve ji hemû parêzgehên Êraqê kar û xebat kir.

Destpêşxeriyeke baş û pîroz e

 

Sikirtêrê Sendîkaya Rojnamegerên Kurdistanê li Silêmaniyê Kerwan Enwer ji PUKMEDIA re ragihand: Ev cara yekeme ku navên rojnamevanên şehîdên Êraq û Herêma Kurdistanê di yek bîrdariyê de tên komkirin û cihê avakirina wê gelekî serkeftî ye ji ber ku heta duh ev der baregeha rêjîma Beis a hilweşiyayî bû.
Got jî: Ev bîrdarî nêzîkê platforma azadiyê ye li parka Azadî, ku cihê rexne, azadîya derbirrîn û raderbirînê ye û ev destpêşxeriyeke base ji kurdan re ji bercku li Êraqê 530 şehîd hene û heta niha bîrdariya wan nehatiye çêkirin.

Silêmanî bajarê azadiyê ye

 

Kerwan Enwer dibêje: Silêmanî bi azadîya bîr û ramanê û azadiya derbirînê taybetmende û bajarekî kevnar e di warê azadiya rojnamevanî û azadiya derbirînê de û hemû azadî li vir hene.
Got jî: Em gelek keyfxweş bûn ku Silêmanî ji bo avakirina vê bîrdariya şehîdên rojnamevanî hat hilbijartin û dê herdem mîrateya wan bê parastin. Kurd ji her çar perçe kurdistanê têne Silêmanî ji bo ku nerînên xwe bi azadî derbirînin bê ti astengî ji berk u paytexta çand û erda azadiyê ye.
Eşkire kir: Parka Ezdî berê kampeke îşkencekirin û bidarvekirina welatiyan bû, lê niha bûye cihê azadiya derbirînê û ramanên din.

Silêmanî bi azadiya xwe ya derbirînê tê naskirin

 

Berpirsê Rêxistina Peyamnêran bo Mafên Rojnamegerî û Pêşxistina Mafên Rojnamegeran Hozan Qadir ji PUKMEDIA re ragihand: Silêmanî bi azadiya xwe ya derbirînê tê naskirin, bîr û rayên cuda di nav xwe de dihewîne, xwedî dengekî ku hertim rastiyê dibêje ye, û jiyaneke medenî ya xweş dijî.

Wî got jî: Hilbijartina bajarê Silêmaniyê ji bo avakirina monamênta Parizvanên Rastiyê bijardeyeke baş e, ji ber ku kêmtirîn destdirêjî û girtina rojnamevanan lê heye û hemû meyl û ramanên cuda di xwe de dihewîne. Avakirina vê bîrdariyê peyameke girîng e bo Êraq û Rojhilata Navîn ku navên 551 rojnamevanan têde hene û ev yek jî piştrast dike ku Silêmanî di warê azadiya derbirînê de pileya yekem li Êraqê ye.
Wî bal kişand ser wê yekê ku hebûna malperek ji bo bîrdariyê gaveke pir girîng e ji bo nasandina jiyana rojnamevanên şehîd û her kesê ku bixwaze zanyariyan li ser van rojnamevanan bizane dikare ji vê malperê sûd werbigire.
 

Dirêjepêdan bi siyaseta Serok Mam Celale

 

Rojnameger Zana Hesen derbarê avakirina vê bîrdariyê ji PUKMEDIA`yê re got: Pêngava avakirina vê bîrdariyê dirêjkirina siyaseta serokê rihmetî Mam Celal di piştgirî û alîkariya ramanên azad de ye.
Got jî: Serok Mam Celal li Parka Azadî platformek ji bo azadîyê ava kir û got: Ezê ji bo we platformek azad ava bikim û hûn jî dikarin rexne li min û her tiştê xelet jî bikin.


PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket