Endamê Fraksiyona YNKê: Me karî mûçeyê malbatên şehîdan zêde bikin

Kurdistan 11:10 PM - 2024-09-17
Endamê Parlamentoya Iraqê Çiro Hama Şerîf PUKMEDIA

Endamê Parlamentoya Iraqê Çiro Hama Şerîf

Şehîd Freksyona YNKê li Êraqê

Parlamenterê Fraksiyona YNKê li Parlamentoya Iraqê ragihand, yasaya Saziya Şehîdan a Iraqê hat sererastkirin  û got:’’ Hemû şehîdên Pêşmerge û hêzên ewlehiyê yên li derveyî Herêma Kurdistanê şehîd bûne, dê mûçeyê wan ji aliyê Iraqê ve were dayîn û dê mûçeyê wan 2 qat û nîv zêde bike."

Parlamenterê Fraksiyona YNKê li Parlamentoya Iraqê Çiro Hema Şerîf ji malpera fermî ya YNKê PUKMEDIA re ragihand:“Piştî hewldaneke zêde yasaya Enstîtuya Şehîdan a Iraqê ya bi hejmara (2) ya sala 2016ê bi dengdan hat guhertin.’’

Ragihand:“Şukir ji Xwedê re, piştî gelek hewldan me karî Meaşê şehîdan ji 500 hezarî bo 1 milyon û 200 hezar dînar zêdebikin.''

Hema Şerîf got: “Emê mûçeyê hemû şehîdên Pêşmerge û hêzên ewlehiyê yên ku li derveyî Herêma Kurdistanê şehîd bûne veguhezînin Iraqê. ''

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket