Parêzgarê Kerkûk`ê: Xizmetkirina welatiyan erkê her kesekî ye

Kurdistan 01:26 PM - 2024-09-17
 Rêbwar Taha, parêzgarê Kerkûk`ê, Leyla Salih, Munim Ehmed Ebas Nivînsingeha Ragihandina Parêzgariya Kerkûk`ê

Rêbwar Taha, parêzgarê Kerkûk`ê, Leyla Salih, Munim Ehmed Ebas

Kerkûk

Rêbwar Taha, parêzgarê Kerkûk`ê ragihand ku xemxwarî û xizmetkirina welatiyan erkê her kesekî ye; ji bo vê mebestê jî me Civata Pêkvejiyanê li Kerkûk`ê me pêk aniye daku em di hemû waran de bikaribin xizmeta welatiyan bikin.

 

Parêzgar ev yek di civînekê de digel xanim Leyla Salih Rêvebera Liqê Xwarin ya Kerkûk`ê û Munim Ehmed Ebas Rêveberê Liqê Dabînkirin ya Kerkûk`ê ku ew ser bi dezgehên wezareta bazirganiyê ve ye got.

Hevdem Rêbwar Taha; parêzgarê Kerkûk`ê ferman da ji bo çavdêrîkirin û xizmetkirina welatiyan,bi taybetî bi riya saziyên hikûmetê yên ku rojan e bi welatiyan re mijûl dibin.

Parêzgarê Kerkûk`ê aşkere jî kir ku xemxwarî û xizmetkirina welatiyan erkê her kesekî ye;û tekez kir ku karê li pêş rêveberiya Kerkûk`ê xurtkirina giyanê pêkve jiyanê ye, û ji bo vê mebestê jî; bi merema pêşkêşkirina xizmetguzariyan di hemû waran de ji bo welatiyan; Civata Pêkvejiyanê li bajarê Kerkûk`ê hatiye pêkanîn; û beşên zaf jî kar ji bo danîna hîmên geşepêdana karên hikûmî di tavaya dezgehên parêzgeha Kerkûk`ê de dikin.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket