Serok komarê Êraq`ê beşdarî Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan bû
Îraq 12:24 PM - 2024-09-17
Nivîsingeha Ragihandina Serokomariyê
Serok komarê Êraq`ê beşdarî Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan bû
Serok komarê Êraq`ê di hevdîtinên xwe yên digel hejmarek
ji weşanxaneyan de, pesna lidarxistina pêşangehê û hewlên amadekaran kir û
amaje bi girîngiya pêşangeh û konferansên wêjeyî û rewşenbîrî ji bo
dewlemendkirina rewta çandî û bihêzkirina nêzîkbûna çandî di navbera gel û neteweyan
de kir.
Serok komarê Êraq`ê Dr. Letîf Cemal Reşîd, roja Duşemê
rêkefta 16-09-2024 an li bajarê Bexdayê, beşdarî
semînerek ya diyalogê ya rewşenbîrî ya Erebî-Kurdî bû; ku li jêr navê (Diyaloga Erebî-Kurdî;Destpêşxeriyek
e ji bo Vejandina Bîr û Çarenûsa Hevbeş) ku di çarçoveya hevdîtinên rewşenbîrî
yên gera 25 ehemîn ya Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan de li Bexdayê hatibû
lidarxistin.
Beşdarên semînerê bal kişandin ser rola girîng ya navenda
rewşenbîrî ya Erebî-Kurdî di xurtkirina diyaloga rewşenbîrî û wêjeyî de ku
Ereb, Kurd û pêkhateyên din li Êraq`ê li hev kom dike; tevî girîngiya karkarina wê ji bo pêşxistina xalên hevbeş, ku xizmeta
pêkvejiyana aştiyane û hevkariyê di warên cuda de dike.
Herwiha beşdaran tekez li ser girîngiya rol û beşdariya
rewşenbîr û nivîskarên Kurd û Ereb di dewlemendkirina bîr û çandê de ji bo
bidestxistina têgihiştin, nêzîkbûn û zalbûn bi ser pirsgirêk û cudahiyan de kirin; ku di demên bûrî de ev pirsgirêk rûdabûn û ku ev kar û çalakî armanca avakirina civakek
demokratîk ya hişmend e.
Hevdem Serok komar serdana beşên din yên pêşangehê kir, ku têde berhemên çendîn
dezgehên çapxane û weşanxane,û belavkiriyên Erebî û navxweyî û wezaret û saziyên
çandî û ewlekarî û civakî yên hikûmî hebûn.
Serok komar di hevdîtinên xwe yên digel hejmarek ji dezgehên
çap û weşanxaneyên xwe de, pesna rêkxistina pêşangehê û hewlên rêkxerkeran da û
amaje bi girîngiya van cûrên pêşangeh û konferansên wêjeyî û rewşenbîrî ji bo dewlemendkirina
rewta rewşenbîrî û bihêzkirina nêzîkbûna çandî di navbera gelan û neteweyan de kir.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zêdetir tamaşe bike
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
Kurdistan 09:55 AM - 2026-06-06



.jpg)


Aplîkêşin

