Serok Bafil: Emê binesaziya aborî ya herêma xwe xurt bikin

Kurdistan 10:57 PM - 2024-09-16
Serokê YNK û Baliyozê Japonê li Iraq Nivîsgeha Ragihandinê ya Serokê YNKê

Serokê YNK û Baliyozê Japonê li Iraq

Pêyiwendiyên Dîplomasî Serok Bafil Celal Talebanî

Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî li bajarê Dabaşanê pêşwaziya Matsu Moto Balyozê Japonê li Iraqê kir û di civînê de tekezî li ser pêşxistina peywendiyan û berfirehkirina hemahengiya aborî û bazirganî di çarçoveya parastina berjewendiyên bilind de kir.

Serok Bafil Celal Talebanî balkişand li ser derfetên ku ji bo sermayedarên Herêma Kurdistanê û Silêmaniyê hatine dayîn da ku sermaya xwe razandine û got ku ji bo bihêzkirina jêrxana aborî ya kompaniyên herêma me û sermayedarên wan ji bo berfirehkirina kar û barên xwe em ê her tiştî hêsan dikin, ji bo vê yekê em hêvî dikin ku Japon dê rolek girîng û çalaktir bilîze  û veberhênerên xwe teşwîq bike ku kar û barên xwe berfireh bikin.

Pêşxistina hevahengiya çandî di navbera Herêma Kurdistanê , Silêmanî paytexta çandê û Japonê de mijareke dinê hevdîtina ligel Balyozê vê Welatî bû.


PUKMEDIA


zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket