Hêzên ewlehiyê dest danîn ser nîv ton madeyên hişber

Kurdistan 09:13 PM - 2024-09-16
Logoya Ajansa Asayîşa Herêma Kurdistanê PUKMEDIA

Logoya Ajansa Asayîşa Herêma Kurdistanê

Asayîş

Dezgeha Asayîşa  Herema Kurdistanê di heyama du mehan de dest danîne ser zêdetirî 2 ton madeyên hişber û 51 tometbarên bazirganiya madeyên hişber girtin.

Rêvebiriya nehîştina Dermanên hişber  Dezgeha Asayîşê di daxuyaniyekê de ragihand, ku nusxeyek ji malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (PUKMEDIA) re hatiye şandin: “Li ser bingehê wergirtina zanyariyên pêşwext ên istixbaratî û di heyama du mehên derbasbûyî yên îsal de, ji 14/5/2024/08/ 1/8 /2024/ Rêveberiya nehîştina Dermanên hişber Asayişa Herêma Kurdistanê bi hemahengî ligel hemû rêveberiyên dezgeha asayîşê bi biryara dadwerê lêpirsînê yê ewlehiyê bi 51 qaçaxçiyên narkotîkê yên gumanbar ji ber desteserkirina kokaîn, krîstal, esrar, afyon, krîstalên şil û hebên kaptagonê hatin girtin.

“Qaçaxçiyan dixwestin bi teknîkên nû yên veşartinê madeyên hişber ji deverên sînorî derbasî bajaran bikin û piştre plan kirin ku wan bişînin ji bo naverast û başûrê Iraqê û welatên navçeyê. Dezgeha Asayîşa Herêma Kurdistanê li ser hewlên xwe yên ji bo civakeke saxlem berdewam e, wek her car kariye rê li ber bazirganan bigire û hewldan û teknîkên veşartin û veguhestina van madeyan têk bibe.Di daxuyaniyê de hat gotin ku ew hatine binçavkirin û lêkolîn berdewam dikin.

PUKMEDIA


zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket