Serok Bafil: Em ê bi rêya hilbijartinan rêya rêveberiyê rast bikin

Kurdistan 03:20 PM - 2024-09-16
Serokê YNK û Konsulê Giştî yê Fransa li Herêma Kurdistanê Nivîsgeha Ragihandinê ya Serokê YNKê

Serokê YNK û Konsulê Giştî yê Fransa li Herêma Kurdistanê

Pêyiwendiyên Dîplomasî

Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî pêşwaziya Konsulê Giştî yê Fransa li Herêma Kurdistana Iraqê Jan Brem kir.

Di civînê de rewşa giştî ya Herêma Kurdistanê û hemahengiya di navbera hêz û aliyên siyasî ji bo parastina aramiya navçeyê hate gotûbêjkirin.

Di civînê de behsa pirsa hilbijartinên Herêma Kurdistanê jî hat kirin û Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî ragihand ku, pêwîste rewşa desthilatdariya Herêma Kurdistanê were pêdaçûn û rastkirin, hikûmetê nekariye bersiva daxwazên xelkê bide û bigihêje armancên çaverêkirî. Lewma ev hilbijartin dê guhertinên mezin bi xwe re bîne û herêma me ber bi qonaxeke girîng ve biçe, ew jî avakirina desthilata hemûyan e, ne ji bo hêz û aliyekî taybet.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket