Parêzgarê Kerkûkê biryar da ku dest bi parvekirina erdan bike
Kurdistan 05:35 PM - 2024-09-14
Nivîsgeha Ragihandinê ya Parêzgarê Kerkûkê
Parêzgarê Kerkûkê û hejmarek endamên encumenê
Parêzgarê Kerkûkê erê kir ku zeviya niştecihbûnê ji bo mamosta û karmendên zanîngeha Kerkûkê were dayîn û ragihand:“DI parvekirina zevî dê karmend û mamostayên din ên Kerkûkê jî bigre nav xwe.’’
Parêzgarê Kerkûkê Rêbwar Taha di civîneke çapemeniyê de got:“Îro me li hev kir ku 600 parçe zevî bidin mamostayên zanîngeha Kerkûkê, bi şertê ku di serjimêriya sala 1957’an de navê wan mamostayan bê diyarkirin û prose wê berdewam bike.’’
Rêbwar Taha got: "Erd dê mamoste û karmendên din ên bajêr jî bihewîne û her karmendekî mercên mûçeyî bi cih bîne û sûd jê wernegirtibe, dê erd jê re were dayîn."
Parêzgar lê zêde kir:“Rêveberiya Kerkûkê dê li gorî rênimayan li ser parvekirina erdan bo hemû sektoran berdewam be, em ê li pêş çavê her kesî ji bo pêkanîna edaletê kar bikin û kesên ku heqê wan erdan in û her kes bigihê mafên xwe.’’
Hêjayî gotinê ye ku hejmarek ji alim, mela, rêveberê giştî yê perwerdeya Kerkûkê, dekanê zanîngeha teknîkî û hejmarek ji mamostayên saziyên ewqaf û perwerde û xwendinê yên sunne jî amade bûn.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
03:53 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
11:45 AM - 2026-07-26 -
Komandoya Kurdistanê tîmeke bijîşkî ji bo ziyaretkaran dişîne Kerbelayê
01:49 PM - 2026-07-25 -
Serokomarê Iraqê: Mafên jinan diparêzin
11:51 AM - 2026-07-25
zêdetir tamaşe bike
Derbaz Kosret û Konsulê Rûsyayê rewşa navçeyê û pêkanîna hikûmetê gotûbêj dikin
09:01 PM - 2026-07-26
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
06:17 PM - 2026-07-26
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
05:51 PM - 2026-07-26
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
05:05 PM - 2026-07-26
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
Kurdistan 06:17 PM - 2026-07-26 -
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
Kurdistan 05:51 PM - 2026-07-26 -
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
Kurdistan 05:05 PM - 2026-07-26 -
Besam Kaco:Karên bo vegerandina koçberên Serê Kaniyê berdewamin
Kurdistan 02:20 PM - 2026-07-26 -
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
Cîhan 03:53 PM - 2026-07-26 -
Şêx Cefer piştgiriya çalakiyên Saziya Kerimî Eleke dike
Kurdistan 03:30 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
Kurdistan 11:45 AM - 2026-07-26 -
Serokkomarê girîngiya xurtkirina hewldanan ji bo parastina ewlehî û aramiya Îraqê tekez kir
Êraq 01:39 PM - 2026-07-26






Aplîkêşin

