Serok komarê Îranê gihîşte Silêmanî û Serokê YNK pêşwazî lê kir
Kurdistan 01:18 PM - 2024-09-12
PUKMEDIA
firokexaneya Silêmanî
Serokê Komara Îslamî ya Îranê, Mesûd Pizîşkiyan, demek berî
niha bi rêya firokexaneya navdewletî ya Silêmaniyê gihîşte parêzgeha
Silêmaniyê.
Li Firokexaneya Navdewletî ya Silêmaniyê ji aliyê Serokê
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Bafil Celal Talebanî û hejmareke din ji
berpirsên hizbî û hikûmetê ve hate pêşwazîkirin.
Biryare Serok komarê Îranê serdana mezara Mam Celal bike û
piştre bi Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Bafil Celal Talebanî re
hevdîtinekê pêk bîne.
Konsulê Îranê li Silêmaniyê Mihemed Mehmûdiyan ragihand: Di
çarçoveya serdana Serokê Komara Îslamî ya Îranê Mesûd Pzîşkiyan bo Êraqê û
hevdîtina wî ligel Serok Komarê Dr. Ebdulatîf Cemal Reşîd û hejmareke berpirsên hikûmeta
federalî, îro serdana Herêma Kurdistanê dike û li Hewlêr û Silêmaniyê çend
civîn û konferansan lidar bixe.
Got jî: Serok Pzîşkiyan di serdana xwe ya bo Parêzgarîya
Silêmanîyê de dê li gel Serokê Yekîtîya Niştîmanî ya Kurdistanê Bafil Celal
Talebanî kom bibe û çendîn pirs û dozên berjewendîyên hevbeş gotûbêj bikin.
Berdevkê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Seidî Ehmed Pîre
dibêje: Serdana Serok komarê Îranê bo Silêmaniyê gelekî girîng e ji ber ku
Yekîtiya Niştimanî peywendiyên dirêj ên dîrokî û çekdarî ligel Komara Îslamî ya
Îranê heye û Serokê rihmetî Mam Celal roleke mezin di pêşxistin û xurtkirina
têkiliyên dualî de heye.
Got jî: Yekîtiya Niştimanî hertim dixebite ku peywendiyên
hevseng û bihêz bi hemû welatên cîran re hebe û Îranê jî di qonaxên dijwar de
piştevanê gelê Kurdistanê bûye û ji bo piştevanîkirina Herêma Kurdistanê xwedî
helwestên mezin e.
Got jî: Peywendiyên dualî di navbera Yekêtiya Niştimanî ya
Kurdistanê û Komara Îslamî ya Îranê de, ji bo bihêzkirina peywendiyên aborî û
danûstendinên bazirganî di navbera Herêma Kurdistanê û Îranê de dikarin sûd
werbigirin, ji ber ku Yekîtiya xwedî peywendiyên dîrokî yên mezin li gel Îranê
ye.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zêdetir tamaşe bike
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
Kurdistan 09:55 AM - 2026-06-06



.jpg)


Aplîkêşin

