Talebanî: Divê hilbijartin daxwazên welatiyan pêk bîne
Kurdistan 04:58 PM - 2024-09-09Qubad Talebanî û Balyozê Amerîka
Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî li gel Balyoza Amerîka li Iraqê Alina Romanofsky civiya û derbarê hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê û pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de û çend pirsên din gotûbêj kirin.
Mijara sereke ya civîna ku îro duşemê (09.09.2024) li Hewlêrê bi amadebûna Steve Bittner konsulê giştî yê Amerîkayê hat lidarxistin, behsa hilbijartinên dahatû yên parlamentoyê hat kirin û tekez li ser wê yekê hat kirin ku divê proseya hilbijartinan bi awayekî paqij û dadperwerane birêve biçe, da ku di warê bidestveanîna xwestek û îradeya welatiyên Herêma Kurdistanê de serkeftî be. Herdu alî li ser wê yekê li hev kirin ku divê grûpa çavdêrên navdewletî ji nêzîk ve çavdêriya proseya hilbijartinan bike.
Li beşekî dinê vê hevdîtinê de rewşa ewlekariya Iraq û navçeyê û pêwîstiya mayîna hêzên hevpeymanan li Iraqê hat gotûbêjkirin, ji ber ku heta niha jî teror metirsiyeke mezin e bo ser ewlehî û aramiya navçeyê.
Di hevdîtinê de behsa peywendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê jî hat kirin. Di vê derbarê de, Qubad Talebanî hatina şanda hikûmeta federal bo Herêma Kurdistanê bi girîng behs kir û got ku, emê hemû hewlên xwe bidin ji bo ku li gel hikûmeta federal bigihin rêkeftinekê û hemû pirsgirêkan çareser bikin, ji wan jî mijarên girêdayî mûçe û bûdceyê.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar Cejna Cema li Êzidiyan pîroz dike
03:47 PM - 2024-10-06 -
Berbijêrekî Mesîhî: Asayîşa Hewlêr`ê gefa kuştinê li min dike
02:34 PM - 2024-10-06 -
94 heftaneya dijîtala Înglîzî hat weşandin
09:30 AM - 2024-10-06 -
Asayîşê kujerê welatiyekî desteser kir
10:02 PM - 2024-10-05
zêdetir tamaşe bike
YNK 10:57 PM - 2024-10-06 Serok Bafil dibe hevserokê Hevpeymaniya Pêşketîxwez ya 119 partiyên cîhanî
Karmend piştevaniya biryara serok Bafil in
10:41 PM - 2024-10-06
Qubad Talebanî: Serdema bikaranîna dengên mirî bo aliyekê bi dawî bûye
08:46 PM - 2024-10-06
Komîsyon 8 berbijêrên PDK'ê siza dide
07:07 PM - 2024-10-06
(Hejmara Min) di berjewendiya malbatekê de ye û li dijî mûçexweran e
06:48 PM - 2024-10-06
zortrin xwendraw
-
Komîsyon 8 berbijêrên PDK'ê siza dide
Kurdistan 07:07 PM - 2024-10-06 -
Yekîtî yên fermanber û mamostayan Hejmara Min red dikin
Kurdistan 10:33 AM - 2024-10-06 -
(Hejmara Min) di berjewendiya malbatekê de ye û li dijî mûçexweran e
Kurdistan 06:48 PM - 2024-10-06 -
Qubad Talebanî: Gund li pişta YNKê ne ji bo guhertina hikûmetê
Kurdistan 01:34 PM - 2024-10-06 -
Berbijêrekî Mesîhî: Asayîşa Hewlêr`ê gefa kuştinê li min dike
Kurdistan 02:34 PM - 2024-10-06 -
Namzedên YNKê: (Hejmara Min- Mesrûr) tenê ji bo berîka malbatekê ye
Kurdistan 01:43 PM - 2024-10-06 -
Serokkomar Cejna Cema li Êzidiyan pîroz dike
Kurdistan 03:47 PM - 2024-10-06 -
94 heftaneya dijîtala Înglîzî hat weşandin
Cîhan 09:30 AM - 2024-10-06