Li Bexda daxwaza piştgirîkirina Helebce bibe parezgeh tê kirin
Kurdistan 02:24 PM - 2024-09-09
PUKMEDIA
Parêzgeha Helebce
Parlamenterê Fraksiyona YNKê li Parlamentoya Iraqê ragihand, şandeke Encûmena Piştgiriya Helebce dê serdana Serokomar, Serokwezîr, Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê û aliyên siyasî bike da ku proseya parêzgariya Helebce were temamkirin û got: “Ji bo Helebçe bibe parêzgeh pêwîstiya me bi piştgiriya serokomar, serokwezîr û partiyan heye.’’
Girîngî li ser temamkirina proseduran tê danînParlamenterê Parlamentoya Iraqê ji Fraksiyona YNKê li ser navê Helebce Çiro Hema Şerîf ji malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) PUKMEDIA re ragihand;“Em îro 09.09.2024ê li gel Encûmena Piştgiriya Helebce serdana serokomar, serokwezîr û cîgirê serokê parlamentoya Iraqê dikin û tekezî li ser temamkirina proseya parêzgeha Helebceyê dikin û daxwaza vekirina fermî ya sînoran dikin.’’ Çiro Hema Şerîf her wiha got: ‘’Biryar e şanda han di rojên bê de serdana aliyên Iraqî bike û daxwaz ji wan bike ku piştgiriya pesendkirina proje yasaya Helebce bibe parêzgeha û çend mijarên din ên girêdayî wî bajarî bikin.’’
Helebçe dikeve rojeva civata nûneran
Pêştir Cîgirê Serokê Ofîsa Serokomariya Iraqê Ezadîn Mecîd Mihemed ji malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (PUKMEDIA) re gotibû: “Serokomarê Iraqê Dr. Letîf Reşîd roja 13.08.2024ê nameyek ji serokê bi wekalet yê parlamentoya Iraqê Mohsen Mendelewî re şand û jê xwest ku biryara pêkanîna parêzgeha Helebce bikeve rojeva encumenê da ku rêkarên yasayî bi dawî bibe.’’
"Ji bo berjewendiyên gel û rêzgirtin û dilsoziya bi xwîna şehîdan û qurbaniyên gelê Kurd ku rûbirûyê kîmyabarana û Enfalê bûne, em daxwaz dikin ku proje yasa Helebce bibe parêzgeh li parlamentoyê." Ezadîn Mecîd Mihemed got, pêştir serokê Herema Kurdistanê ji partiyên kurdî re gotibû ku divê li parlamentoya Iraqê lihevkirinek ji bo dengdana dawî ya li ser parêzgeha Helebce pêk bînin.’’
YNK xwe xwediyê proje yasayê dibîne
Encûmena Wezîran a Iraqê di 13-3-2023an de proseya federalî bo parêzgeha 19ê ya Helebce bidawî anî, niha ew bajar di civata nûneran de ye û tê pêşbînîkirin ku xwendina sêyem bo wê bibe.YNK xwe xwediyê proje yasayê dibîne Helebce ku bibe parêzgeh û di dema borî de heta xwendina yekem û duyem ya proje yasayê hewlên mezin dane, her wiha Fraksiyona YNKê jî di encûmenê de jî.
Parlamenteran 87 îmze ji bo xwendina sêyem û bidawîkirina proje yasaya parêzgehkirina Helebce kom kirine.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Êrîşên navbera Waşinton û Tehranê didomin û Îran gefan dixwe
11:16 AM - 2026-06-06 -
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
09:45 AM - 2026-06-05
zêdetir tamaşe bike
Îraq ji bo derbasbûna ji krîza Hurmizê berê xwe dide Herêmê û Sûriyeyê
11:54 AM - 2026-06-06
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
09:55 AM - 2026-06-06
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Îraq ji bo derbasbûna ji krîza Hurmizê berê xwe dide Herêmê û Sûriyeyê
Êraq 11:54 AM - 2026-06-06 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Êrîşên navbera Waşinton û Tehranê didomin û Îran gefan dixwe
Cîhan 11:16 AM - 2026-06-06





.jpg)
Aplîkêşin

