Şinyar Enwer: Nivîsingeha Hikûmeta Herêmê li Waşinton`ê li dijî Silêmaniyê kar dike

Kurdistan 05:33 PM - 2024-09-08
Kongreya Rojnamevanî yê Şinyar Enwer PUKMEDIA

Kongreya Rojnamevanî yê Şinyar Enwer

Enfal YNK

Şinyar Enwer derbarê encamê sardana wê ya ji bo Kongrêsa Emrîka ragihand: Jibo Cînosayd nasandina Enfal û Kîmyabaranê ji sedî sed me piştgiriya kongrêsê bi dest xistiye û pabendiya yasayî jî ji bo serokê Emrîka dirust dikin daku parêzgariyê li gelê Kurd bike, her weha dibêje: Pêwîst bû Nivîsingeha Serokê Hikûmetê li Waşinton`ê ev kar kiriba, lê me bi riya peywendiyên xwe pêngavên serkeftî me avêtin, di demekê de ku Nivîsingeha Serokê Hikûmeta Herêmê li Waşinton`ê hizbayetiyê dike , ne ku kar ji bo doza Kurd dike û lobiyê li dijî Silêmaniyê dike ku bi wê yekê dixwaze Silêmaniyê ne şêrîn bike.

Serokê kongrêsê piştgirê me ye

 

Şinyar Enwer jina çalakvan û lêkolera siyasî derbarê encama sardana xwe ya ji bo Kongrêsa Emrîka; di kongreyeke rojnamevaniyî de ragihand: Min tevaya belge û name ya rizgarbûyên Enfal`ê pêşkêşî Serokê Emrîka û Serokê Kongrês`ê kir; û kongrêsmanan jî piştgiriya wê yekê kirin ku her proje biryarek ya Emrîka derbarê cînosaydkirina Enfal û Kîmyabaranê bê derxistin ewê piştre rê bikin ji bo serokê kongrêsê.

 Aşkere jî kir ku di civîna me ya digel serokê Kongrêsê soz da ku her demê proje biryarek ji aliyê endamên kongrêsê ve bê şandin; ew yekê red nakin, bi vê jî me ji sedî sed piştgiriya serokê kongrêrê bi destxist.


Şinyar Enwer got: Hevdem serokê kongrêsê pêşniyar kir ku, di salvegra Enfal`ê de hejmarek ji kongrêsmanan de sardana Çemçemal`ê bikin daku ji nêzîk ve kes û karên rizgarbûyên Enfal`ê bibînin û belgeyên zêdetir bi destbixin, yan jî hejmarek ji rizgarbûyên Enfal û kes û karên wan dê biçin Emrîka bikin û digel serokê kongrêsê bicivin.

YNK`ê saziyekê ji bo cînosayd nasandina Enfal û Kîmyabaranê dirust dike

Her weha got jî : Di pilana me de ye ku digel Yekîtî ya Nîştimanî ya Kurdistan`ê (YNK) û komelek dadwerên xanenişîn û pisporên yasayî projeyek taybet ji bo dirustkirina saziyeke taybet ji bo nasandina cînosaya Enfal û Kîmyabaranê dirust bikin ku karê wê dê lobîkirin be di warê siyasî û çandî û hunerî de.

Şinyar Enwer di berdewamiya axaftinên  xwe de ragihand ku her çende ev pêngav gelekî girîng in, lê ne hêsan in ku pêwîst bû hikûmeta herêm yan nivîsingeha hikûmetê li Waşinton`ê ev kar kiriba, lê me bi riya peywendiyên xwe bi serkeftiyane ev pêngav avêtin.

 Emrîka û serokê wê parêzgariyê li Kurd dikin

Got jî: Girîngiya vê babetê di wê yekê de ye ku, sala 2018 `an yasayek li Emrîka derket ku kar li ser rêgirîkirin li cînosaydê dike li cîhanê bi vê jî pabendiya yasayî ji bo serokê Emrîka dirust dike, ewê ne tenê hevxemiya gelê Kurd bikin, lê eger careke din rûbirûyê qirkirinê bibin, Amerîka û serokê wê dê wan biparêzin.

Li Emrîka Lobî li dijî Silêmaniyê tê dirustkirin

 Şinyar Enwer aşkere kir ku nivîsingeha hikûmeta herêmê li Waşinton`ê hizbayetiyê dike; ne kar ji bo doza Kurd dike, lewra ez ji wan re dobêjim: Ev Nivîsingeha Parexweranê ye; ne Nivînsineha Hikûmeta Herêma Kurdistan`ê ye, di sardana vê carê de ya jibo Emrîka hejmarek kongrêsmanan ji min re gotin ku: Nivîsingeha Hikûmeta Herêma Kurdistan`ê li dijî Silêmaniyê lobiyê dirust dike; û dixwaze Silêmaniyê ne şêrîn bike.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket