Şêx Cefer: Pêşmerge xwediyê destkeftiyan e
Kurdistan 06:35 PM - 2024-09-07
PUKMEDIA
Civînên YNK gel Pêşmerge
Serokê Encumena Parastina Berjewendiyên Bilind ên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) rol û bandora Pêşmergeyên qehreman bilind nirxand û ji wan re got;“Hûn şehîdên zindî yên ku fedakariya herî mezin nîşan didin, xwediyên destkeftiyên piştî serhildanê ne.’’
Serokê Encumena Parastina Berjewendiyên Bilind ên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Şêx Cefer Şêx Mistefa li baregeha encûmenê bi amedebûna Qubad Talebanî Endamê Mekteba Siyasî Siyasî û serpereştiyarê sekrêtariya Serok Mam Celal ,Berdevkê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Saadî Ehmed Pîre, berpirsa baregeha rêxistina pêşmerge Wasta Resûl ,rêheval Cewamer û Cûtîar Nûrî gel tekoşêrên Hêzên yêdek n Pêşmergeyên Kurdistanê civiya.
Piştre jî serokê encumenê tekezî li ser helwesta serok û serkirdayetiya YNKê ya bê guhertin û prensîp li ser pêwîstiya yekrêziyê kir.Her wiha daxwaz kir ku artêşeke yekgirtî ya Kurdistanê were avakirin ji bo parastina herêmê ji her metirsiyekî.
Paşê endamê Mekteba Siyasî Qubad Talebanî kêfxweşiya xwe ya ji bo hevdîtina li gel şervanên hêza yedek nîşan da û balkişand li ser pêgeha giring ya hêzê di parastina saziyên herêmê de, pêşhatên dawî yên li Herêma Kurdistanê û giringiya wê û rola YNKê di vî warî de eşkere kir.
Talebanî tekez kir:“Îro ji her demê zêdetir YNK xwedî yek deng, yek helwest û yek axaftinê ye, ku ev yek jî li ser asta herêmê û Iraqê pêgeha xwe bihêztir kiriye û serkeftinên YNKê yên li pey hev li Mûsil, Kerkûk û Bexdayê nîşana yekrêziya nav YNKê ye û tê pêşbînîkirin ku ev yek di hilbijartinên bê yên parlamentoya Kurdistanê de jî berdewam be.’’
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
03:53 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
11:45 AM - 2026-07-26 -
Komandoya Kurdistanê tîmeke bijîşkî ji bo ziyaretkaran dişîne Kerbelayê
01:49 PM - 2026-07-25 -
Serokomarê Iraqê: Mafên jinan diparêzin
11:51 AM - 2026-07-25
zêdetir tamaşe bike
Derbaz Kosret û Konsulê Rûsyayê rewşa navçeyê û pêkanîna hikûmetê gotûbêj dikin
09:01 PM - 2026-07-26
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
06:17 PM - 2026-07-26
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
05:51 PM - 2026-07-26
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
05:05 PM - 2026-07-26
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
Kurdistan 06:17 PM - 2026-07-26 -
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
Kurdistan 05:51 PM - 2026-07-26 -
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
Kurdistan 05:05 PM - 2026-07-26 -
Besam Kaco:Karên bo vegerandina koçberên Serê Kaniyê berdewamin
Kurdistan 02:20 PM - 2026-07-26 -
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
Cîhan 03:53 PM - 2026-07-26 -
Şêx Cefer piştgiriya çalakiyên Saziya Kerimî Eleke dike
Kurdistan 03:30 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
Kurdistan 11:45 AM - 2026-07-26 -
Serokkomarê girîngiya xurtkirina hewldanan ji bo parastina ewlehî û aramiya Îraqê tekez kir
Êraq 01:39 PM - 2026-07-26






Aplîkêşin

