YNKê:’’Belgeya vegerandina navenda Çavdêr’’
Kurdistan 07:47 PM - 2024-09-06
PUKMEDIA
Logoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê
Mekteba Siyasî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bi daxuyaniyekê ragihand ku baregeha çavdêr paşve hatiye standin û got: “Em hemû gotegotên li ser tevgera hêzên leşkerî ya ji bo vegerandina baregehan red dikin û ev hewldan ne girêdayî azadiya raderbirînê û dijberiya ramana azad e, lê piştgirîkirina azadiya çapemeniyê û berfirehkirina sînorên demokrasiyê, stratejiya neguherbar a YNKê heye û dê bimîne.’’
Ew lê zêde dike:"Silêmanî paytexta çanda Kurdistanê û navenda azadiya derbirrîn û çalakiyên çandî ye. YNKê şanaziyê bi wê yekê dike ku hertim li wê meydana şer kiriye. Ev hewldan berfirehkirina hewlên wê partiyê ye ji bo birêxistinkirina saziyên xwe ye."
Teksta daxuyaniyê:
Daxuyaniya Mekteba Siyasî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) derbarê vegerandina baregeha navenda çavdêr.
Dezgeha çavdêr ji dema damezrandina xwe ve bi piştgiriya darayî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) kar kiriye û heta niha jî berdewam dike, ji ber ku birêz Mela Bextiyar nema di nav rêzên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê de û diyar e ku navenda wê saziyê nayê radestkirin û naxwaze di bin sîwana YNKê de karê xwe berdewam bike, YNK jî mafê xwe yê rewa dibîne ku bi awayeke aştiyane û dûr ji her aloziyekê hewl bide baregeha dezgeha çavdêr paşde vegerîne , ku milkiyeta erd û baregehan ya YNKê ye.
Ev hewldan ti pêwendiya xwe bi azadiya raderbirînê û dijberiya ramana azad re nîne, lê piştgirîkirina azadiya çapemeniyê û berfirehkirina sînorên demokrasiyê stratejiya neguherbar a YNKê bûye û dê her bimîne.
Silêmanî paytexta çanda Kurdistanê û navenda azadiya derbirrîn û çalakiyên çandî ye. YNKê şanaziyê bi wê yekê dike ku hertim li wê meydana şer kiriye. Ev hewldana YNKê ji bo birêxistinkirina saziyên xwe ye û baştir xizmet kirina gel û Kurdistane. Em hemû gotegotên li ser tevgera hêzên leşkerî ya ji bo vegerandina baregehan red dikin û ev hewldan ne girêdayî azadiya raderbirînê û dijberiya ramana azad e.
Mixabin medyaya baskekî desthilatdariya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) hewl dide gelê Kurd bixapîne. Silêmanî ne hewceyî hêsirên we yên tîmseh e, lê divê hûn dersên azadî û demokrasiyê ji Silêmaniya serbilind fêr bibin.Ji ber vê yekê em ji wan daxwaz dikin ku çalakvan û rojnamevanên di zindanên tarî yên Hewlêr û Badînan de ne azadi bikin, eger xema azadiya çapemeniyê û azadiya ramanê de ne.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zêdetir tamaşe bike
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
Kurdistan 09:55 AM - 2026-06-06



.jpg)


Aplîkêşin

