Birîndarên 17`ê Şibat`ê YNK`ê bi xwedî derketina li dosyeyên xwe dizanin
Kurdistan 01:58 PM - 2024-09-03
Arşîf
Liqê 4 yê PDK`ê
Birîndarên
bûyerên 17`ê Şibat yên sala 2011 an û rojên piştî wê karê xwedîderketina li dosyeyên xwe
didin Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistan`ê (YNK`ê) ji bo yekalîkirina keysên wan,
şîretkarê serokê YNK`ê jî dibêje: Birîndarên
bûyerên 17`ê Şibat`ê daxwaza yekalîkirina sikalaya wan dikin ya li ser Partiya
Demokrat ya Kurdistan`ê (PDK`ê) tomar kirine.
Bêstûn
Fayêq, Şîretkarê Bafil Celal Talebanî, Serokê Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistan`ê (YNK`ê)
ji bo malpera fermî ya PUKMEDIA ragihand ku birîndarên bûyerên 17`ê Şibat`ê û
rojên piştî wê, Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistan`ê (YNK`ê) bi sengerên xwe dizanin û ji niha û pêve dê bi riya YNK`ê
daxwaziyên xwe bigîhînin wan her weha ji niha û pêve jî keysa 17`ê Şibat`ê û
daxwaziyên wan dê bi riya YNK`ê dê xwedî lê derkevin.
Bêstûn Fayêq got: Birîndarên wê demê, êdî bi riya Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistan`ê (YNK`ê) peyamên xwe dê bigihînin jiber ku tenê YNK`ê bi xwedanê rasteqîne yê dosyeyên xwe dizanin; û ew rê nadin çi hizib
û aliyekî din xwe bikin xwedanê keysên wan.
Aşkere
jî kir ku bi riya YNK`ê birîndarên 17`ê Şibat`ê tevaya sikalayên ku li ser Partiya
Demokrat ya Kurdistan`ê (PDK`ê) hene;
daxwaza yekalîkirina wê yekê dikin; her weha daxwaz dikin ku tometbarên wan
bûyeran bên dadgehkirin, lewra xwedîderketina li keysên xwe tenê didin YNK`ê.
Roja
17`ê Şibat ya sala 2011 an xwepêşandanek girseyî li bajarê Silêmaniyê hat encamdan,
lê jiber teqekirin û tûndûtîjiya ku ji aliyê Liqê 4 yê Partiya Demokrat ya
Kurdistan`ê (PDK`ê) li kolana Salim ya Silêmaniyê rû da, çend ciwan hatin kuştin
û zêdetirî 35 kesên din jî birîndar bûn.
Xwepêşandanê
çend deverên din girt û ji bo dema zêdetirî 2 heyvan berdewam bû; û tevî
sikalaya yasayî li ser tometbarên Liqê 4 yê Partiya Demokrat ya Kurdistan`ê (PDK`ê) hatiye tomarkirin, lê ew keys heya niha
bê encam bûye.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zêdetir tamaşe bike
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
Kurdistan 09:55 AM - 2026-06-06



.jpg)


Aplîkêşin

