YNKê: Fişarên me ji bo çareserkirina pirsgirêka mûçe berdewam in
Kurdistan 06:24 PM - 2024-08-26
Rûpela Fermî ya Dr. Biryar Reşîd
Dr. Biryar Reşîd bi desthilata Rêvebiriya Aborî re hevdîtin dike
Endamekî Fraksiyona YNKê ragihand, ji bo çareserkirina pirsgirêka mûçeyê fermanberên Herêma Kurdistanê ku zêdetirî 50 roje hatiye paşxistin, hewlên Fraksiyona YNKê berdewam in û ragihand:“Berpirsê sereke yê paşxistina mûçe serokwezîr û wezareta darayî ye û ragihand.Em rê nadin xemsariya berpirsên hikûmeta Iraqê û hikûmeta Herêma Kurdistanê zêdetir bandorê li jiyana bi sed hezaran karmendên mûçe bide.’’
Parlamenterê Fraksiyona YNKê di Parlamentoya Iraqê de Dr.Bryar Reşîd ji malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (PUKMEDIA) re ragihand:“Me hewlên xwe zêde kirine û zextên ji bo çareserkirina pirsgirêka mûçe berdewam in û rê nadin xemsariya berpirsên hikûmeta Iraqê û Herêma Kurdistanê zêdetir bandorê li jiyana bi sed hezaran karmendên mûçe bike. Kontrolkirina bernameya mûçeyan wê demsalî be û rê li ber dayîna mûçeyan neyê girtin.’’
“Di dema borî de weke parlamento û fraksiyona YNKê me hemû pirsgirêk û astengiyên yasayî çareser kirin û mûçeyê karmendan zêde kirin.Îro Buroya Çavdêriya Darayî ya Iraqê bi gotin û raporên ku ti pêwendiya wan bi wan re nîne, ji me re piştrast kir, pirsgirêka paşxistina mûçe tenê girêdayî her du wezaretên darayî yên Iraq û Kurdistanê ye."
Parlamenterê YNKê herwiha got: "Berpirsê sereke yê paşxistina mûçeyan, serokwezîr û Wezareta Darayî ye, ku xemsar û bêhêz in di dayîna mûçeyan de."
Kontrolkirina lîsteya mûçeyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji aliyê Buroya Çavdêriya Darayî ya Hikûmeta Iraqê ve, demsalî ye û wiha ye (mehên 1, 2, 3). Mehên 4,5,6 û 7,8,9 û di dawiyê de 10,11,12), ku niha demsala duyemîn, ango mehên (4,5,6) ne (7,8,9) dişopînin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zêdetir tamaşe bike
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
Kurdistan 09:55 AM - 2026-06-06



.jpg)


Aplîkêşin

