Komisyonê derbarê namzedan de bersiv wergirt
Kurdistan 12:45 PM - 2024-08-26
PUKMEDIA
Komisyona bilind a hilbijartinan
Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan bersivên aliyên pêwendîdar derbarê
pişkinîna namzedên hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê ku biryare roja 20/10/2024
were lidarxistin, wergirtin.
Berdevka Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan Cumana
El-Gelayî di daxuyaniya xwe ya ji PUKMEDIA re da wiha got: Derbarê lêkolîna li
ser namzedan bersiv ji saziyen ku li ser namzedan lêkolînê dikin hatin
wergirtin û ew niha li cem Komîsyona Hilbijartinan in ji bo kontrolkirina wan.
Cumana El-Ghelayî got jî ev bersiv ji aliyê Beşa Karûbarên
Namzetan û Dezgeha Yasayî ve têne vekolîn û pêdaçûnê, da ku bizanin ka li ser
namzedan çi hatine gotin.
Di hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê de 139 lîste beşdar
in, ji wan du hevpeymanî, 13 partî û 124 namzedên takekesî ji wan 85 namzedên
giştî û 39 namzedên pêkhateyan, ji wan: 19 namzedên mesîhî bi vî awayî hatine
dabeşkirin: Hewlêr 7, Silêmanî 4, û Duhok 8 namzed, 20 namzedên tirkmen jî bi
vî awayî hatine belavkirin: Hewlêr 14, Silêmanî 6 namzed.
Di 26ê Hezîrana 2024ê de, Serokatiya Herêma Kurdistanê
biryara pêncem derxist û tê de roja nû ji bo lidarxistina hilbijartinên
Parlamentoya Kurdistanê diyar kir, piştî ku berî niha 4 biryarên bi vî rengî
dabûn, lê hilbijartin hatibûn paşxistin .
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî biryar da ku roja
20.10.2024ê weke roja lidarxistina hilbijartinên şeşemîn civîna Parlamentoya
Kurdistanê were destnîşankirin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zêdetir tamaşe bike
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
Kurdistan 09:55 AM - 2026-06-06



.jpg)


Aplîkêşin

