Serok Bafil: Emê ji bo hemû Kerkûkiyan kar bikin

Kurdistan 12:20 AM - 2024-08-11
Serokê YNKê Bafil Celal Talebanî PUKMEDIA

Serokê YNKê Bafil Celal Talebanî

Serok Mam Celal YNKê Kerkûk

Serokê Yekîtiya NiştimanI ya Kurdistanê (YNK) dibêje:“YNK siyaseta Serok Mam Celal dişopîne û bêyî cudahî ji bo hemû aliyên Kerkûkê kar dike.

Serokê Yekîtiya NiştimanIya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî piştî hilbijartina Rêbwar Taha wek parêzgarê nû yê Kerkûkê di yekem axaftina xwe de got: “YNK li Kerkûkê weke Serok Mam Celal siyasetê dike, beriya ku em ji bo Kurdan kar bikin, em ê ji bo hemû xwişk û birayên xwe yên din jî bixebitin.’’

“Divê em gel Kerkûkê aşt bibin û bikin mînaka bihevre jiyan û geşbûnê.Hêvîdarim di çend salên din de li şûna ku bibêjin pirsgirêka Kerkûkê ye, bila bibêjin em dixwazin ev der bibe wek Kerkûkê." Serok Bafil got

Serokê  YNKê her wiha got: “Ez pîrozbahiyê li hemû hevalên xwe û hemû pêkhateyên Kerkûkê dikim, soz didim wan ku YNK dê siyaseta Serok Mam Celal bi cih bîne, emê bi heman çavan li hemû partiyan binêrin û heta partiyên din jî bidin pêşiya xwe.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket