Şêx Cefer: Hilbijartin dê hevsengiyek siyasî li herêmê çêbike
Kurdistan 06:32 PM - 2024-08-10
PUKMEDIA
Civînên YNK bi Gel re
Berpirsê Encumena Parastina Berjewendiyên Bilind ên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Şêx Cefer Şêx Mistefa dibêje: “Hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê ji bo ezmûna herêmê bi giştî û YNK’ê girîng e û hevsengiya siyasî li herêmê ji bo xizmeta gel wê were vegerandin.
Ev daxuyanî di civînekê de li gel hejmarek mamostayên olî û kesayetiyên civakî yên bajarê Germiyanê, ku roja 10.08.2024ê bi amadebûna rêheval Mehmûd Sengawî û Salar Mehmûd berpirsê navenda Germiyan birêve çû.
Serokê Encumena Parastina Berjewendiyên Bilind, rola girîng a gelê Germiyanê di tevgera rizgarîxwaza gelê me û şoreşa nû de bi bîr xist, ku hertim roleke mezin û bibandor hebûye, bi taybetî di şerê li dijî zilm û zordariyê de.Ji ber vê yekê rejîma Baas bersiv da berxwedana gelê Germiyanê bi kuştina bi hezaran zarokên kedkar ên herêmê. Her wiha behsa berxwedana gelê Germiyanî li şerê dijî terorîstan kir.
Şêx Cafer dibêje: “YNKê bi rêya Hikûmeta Herêma Kurdistanê hewleke cidî daye ku xizmeta xelkê Germiyanê bike, lê heta niha nekariye weke pêwîst xizmeta malbatên şehîdan û enfalkiriyan bike. Ji ber wê jî erkê hikûmeta Herêma Kurdistanê ye di kabîneya dahatî de xizmetguzarî û geşbûna zêdetir bo herêmê bike.
Her wiha got: “Ev hilbijartin ji bo YNKê giringe û dikare hevsengiya siyasî li herêmê vegerîne û xizmeta xelkê bike û di nav de jî xelkê Germiyanê.
Serokê Encumena Parastina Berjewendiyên Bilind, balkişand li ser pêgeh û rola mamostayên olî ku di dirêjahiya dîroka hevdem a Kurd de roleke avaker lîstine û hêvî kir ku bi heman ruhî ji bo yekitiya gelê Kurd, têkoşîna li dijî tundrewiyê û piştgiriya lihevkirina civakî bikin.
Piştre rêheval Mehmûd Sengawî gotarek pêşkêş kir û tê de têkoşîn û qurbanîdana gelê Germiyanê bilind nirxand û işaret bi çend mijarên xizmetguzarî û bexteweriya herêmê kir.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zêdetir tamaşe bike
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
Kurdistan 09:55 AM - 2026-06-06



.jpg)


Aplîkêşin

