Serok Komar tekezî li ser pêwîstiya sermayeguzariya pirrengiya Diyaleyê kir

Êraq 12:41 PM - 2024-08-08
Serokkomar û parêzgerê Diyale Ednan Cayr Şemerî Mekteba ragihandinê yê serok komar

Serokkomar û parêzgerê Diyale Ednan Cayr Şemerî

Êraq

Serok Komarê Êraqê D.Ebdulatîf Cemal Reşîd îro pêncşemê 8-8-2024 li kehla Bexdadê pêşwazî li parêzgarê Diyale birêz Ednan Cayr Şemerî kir.

Di destpêka hevdîtinê de biryarnameya Komarî ya destnîşan kirina El-Şemerî weke parêzgarê Diyalayê pêşkêş kir û wergirtina baweriyê ji endamên Encûmena Parêzgehê jêre pîroz kir.

Serok Komar herwiha tekezî li ser pêwîstiya sermayeguzariya pirrengiya ku Diyale pê tê naskirin kir, kir ku bibe çavkaniya hêzê bi hevkarîkirina hêz û tevgerên niştimanî yên li parêzgehê, bi awayekî ku bibe alîkar bo dabînkirina pêdiviyên xelkê û zêdekirina ewlehî û aramiyê.

Ji aliyê xwe ve parêzgar bername û pêngavên xwe yên paşerojê yên ku ji bo bilezkirina cîbicîkirina pirojeyên xizmetguzariyê û zêdekirina derfetên sermayeguzariyê ji bo xizmetkirina daxwazên xelkê Diyalayê pêşkêş kirin û destxweşî li rênmayên cenabê Serok Komarê bo pêşkêşkirina baştirîn xizmetguzarî  ji parêzgehê re kir.


PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket