Serok: Jiyanek bi rûmet ji bo Êzdiyan dabîn dikin

Kurdistan 04:46 PM - 2024-08-03
Serokkomar Malpera Serokatiyê

Serokkomar

Şengal Şehîd Serokwezîrê Êraqê

Dr.Ebdul Letîf Cemal Reşîd cenabê Serokkomar di daxuyaniyekê de bi boneya dehemîn salvegera tawanên jenosîdê dijî  êzîdiyan bi destê rêxistina terorîst a DAIŞê pêk hatibû , li ser hesabê xwe yê (X Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Divê berpirsyarên qirkirina Êzidiyan bên darizandin.

“Di dehemîn salvegera jenosîda êzîdiyan de, em şehîd û qurbaniyên mezin ên rûbirûbûna terorîstên DAIŞê û têkbirina planên wê yên xerab ji bo armanckirina Êzidiyan û welatiyên din ên Iraqê bi rêzdarî bi bîr tînin.

Bi vê minasebetê, em tekezî li ser pêwîstiya xurtkirina hewldan û hemahengiya navdewletî ji bo eşkerekirina çarenivîsa kesên winda yên mayî, hesabpirsîna tawanbaran û dadgehkirina wan ji bo cezakirina kiryarên wan ên tawankar dikin. Û kar ji bo vegerandina hemû êzîdiyên aware bo bajarê Şingalê, bilindkirina ewlehî û aramiya wê û dabînkirina pêdiviyên jiyaneke birûmet, daku karibin bi rûmet û aramî bijîn.”

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket