Civîna karsaziya Fransî-Kurdî tê lidarxistin

Kurdistan 05:54 PM - 2024-07-31
Cîgirê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Konsulê Giştî yê Fransa li Herêma Kurdistanê Buroya Çapemeniyê ya Qubad Talebanî

Cîgirê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Konsulê Giştî yê Fransa li Herêma Kurdistanê

Pêyiwendiyên Dîplomasî

Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî li gel Konsulê Giştî yê Fransa li Herêma Kurdistanê Jan Brem civiya û di civînê de behsa amadekariyên civîna bazirganî ya Fransa û Kurdistanê hat kirin, ku biryar e di meha Îlonê de li Parîsê bê lidarxistin.

Di civîna roja çarşemê (31.07.2024) li Hewlêrê de, Qubad Talebanî piştgiriya xwe ji bo civîna karsaziya Fransa û Kurdistanê li Parîsê  nîşan da û amadehiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo her cure alîkarî û asankariyê ji bo serkeftina civînê nîşan da. 

Di bersivê de Konsulê Giştî yê Fransa amaje bi girîngiya reformên aborî yên Cîgirê Serokwezîr kir û daxwaz ji Qubad Talebanî kir ku bi awayekî çalak beşdarî civînê bibe.

Li beşekî dinê hevdîtinê de Cîgirê Serokwezîr tekezî li ser pêwîstiya sermayeguzariyên Fransa li Herêma Kurdistanê kir û tekez li ser wê yekê kir ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê amadeye hemû cure karekî hêsan bike. Her du alî li ser wê yekê hemfikir bûn ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê zêdetir alîkarî û hêsankariyan pêşkêşî sermayedarên Fransî bike ji bo zêdetir pêşdebirina sermayeguzariyên Fransa li Kurdistanê de.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket