Li Hewlêr û Duhokê mafên “terorîstan” ji ya rojnamevanan zêdetir tê parastin
Kurdistan 07:11 PM - 2024-07-30
PUKMEDIA
Binpêkirina azadiya çapemeniyê
Nûnerê girtiyan li Badînan dibêje, nerazîbûnên li dijî sizakirina rojnamevan Silêman Ehmed ji aliyê dadgeha Duhokê ve her diçe zêde dibin û di heyama du rojên borî de çendîn rêxistinên navxweyî û navdewletî jî li dijî wê biryarê nerazîbûn nîşan dan û got: “Rojnamegerên Hewlêr û Duhokê bi hincet û gotarên cuda tên cezakirin û zîndanîkirin, terorîst ji bo parastina wan parêzeran heye, lê mafê rojnamegeran nayê girtin.’’
Rojnameger li gorî yasaya cezayê ya Iraqê tên cezakirin
Nûnerê Girtiyên Badînan Ayhan Seîd der barê cezakirina rojnameger Silêman Ehmed de ji PUKMEDIA'yê re axivî û got: “Li Hewlêr û Duhokê destûr tê dayîn ku terorîst bibin xwedî parêzer û parastina wan bikin, lê rê li pêşiya rojnamevanan tê girtin û ev 9 meh in destûr nayê dayîn ku rojnamevan Silêman Ehmed bibin xwediyê parêzer.’’
“Tevî ku rojnamevan li Hewlêr û Duhokê ji ber weşandina gotar û xebatên xwe têne girtin, lê li gorî benda 156 a yasaya cezayên Iraqê ya sala 1969ê, ku ev demeke dirêj e li Iraqê nehatiye sepandin, rojnamevanê jimare 35 a sala 2007ê têne dadgeh kirin.’’ Nûnerê girtiyan li Badînan got
“Li gorî raporên navdewletî yên ku salane li ser azadiya rojnamevaniyê li Herêma Kurdistanê tên weşandin, em dibînin ku sal bi sal azadiya rojnamevaniyê ber bi kêmbûnê ve diçe, bi taybetî li Hewlêr û Duhokê, ku bandor li navûdengê Herêma Kurdistanê bi giştî kiriye.’’ Wiha got
Navenda Metro: Divê ceza bê rakirin
Daxwaz tê kirin ku cezayê Silêman Ehmed bê rakirin û dadgeh weke zext û tolhildana rojnamevan û azadîxwazan neyê bikaranîn.
Navenda Metro di daxuyaniyekê de ragihand ku malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (PUKMEDIA) re gihîştiye:“Cezayê ku ji aliyê dadgeha Duhokê ve li dijî rojnamevan Silêman Ehmed hatiye birîn, nerewa ye û şert û mercên dadgehkirineke adil pêk nehatiye, em daxwaza betalkirina ceza dikin.’’
“Divê dadgeh li hemberî rojnameger û azadîxwazan weke zext û tolhildanê neyê bikaranîn,pêwîstî bi dadgehkirina adil heye, em pêwîst dibînin ku qanûna jimare 35 a sala 2007ê ya qanûna rojnamevaniyê di rewşên weşanê de were sepandin, divê bi tu hincetekê serî li qanûnên din neyê dayîn," Navenda Metro di daxuyaniyekê de got.
CPJ: Silêman Ehmed azad bikin
Rojnameger ji aliyê desthilatdarên herêmê ve tên çewisandin û tohmetbarkirin tenê ji bo tolhildana rojnamevan Silêman Ehmed bû û dadgehê jî tu delîlên cezakirina wî tune.
Koordînatora Demkî ya MENA ya CPJ Yegana Rezaian got: "Komîteya Parastina Rojnamegeran bang li rayedarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê dike ku rojnamevan Silêman Ehmed serbest berdin ji ber ku rojnamevanên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji ber karê xwe yê rojnamegeriyê ji aliyê desthilatdaran ve tên çewsandin."
"Tawan tenê navgînek tolhildanê bû li dijî rojnamevan û dadgehê ti delîl tune ku Silêman Ehmed siza bike, û proseya sizakirinê pir nerewa bû," Yegana Rezaiyan got.
Rojnameger Omîd Baroşkî got: “Dadgeha Duhokê dê rojnamevanekî din bi senaryoyekê ceza bike.
Rojnameger Silêman Ehmed di 25ê Cotmeha 2018an de dema ji Rojavayê Kurdistanê vedigeriya Herêma Kurdistanê hatibû girtin, parêzerê wî got ku Silêman Ehmed bi eslê xwe xelkê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê ye û di sala 2018an de bi awayekî yasayî hatiye Herêma Kurdistanê û xwediyê destûra rûniştinê ye.
PUKMEDIA
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
03:53 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
11:45 AM - 2026-07-26 -
Komandoya Kurdistanê tîmeke bijîşkî ji bo ziyaretkaran dişîne Kerbelayê
01:49 PM - 2026-07-25 -
Serokomarê Iraqê: Mafên jinan diparêzin
11:51 AM - 2026-07-25
zêdetir tamaşe bike
Derbaz Kosret û Konsulê Rûsyayê rewşa navçeyê û pêkanîna hikûmetê gotûbêj dikin
09:01 PM - 2026-07-26
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
06:17 PM - 2026-07-26
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
05:51 PM - 2026-07-26
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
05:05 PM - 2026-07-26
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
Kurdistan 06:17 PM - 2026-07-26 -
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
Kurdistan 05:51 PM - 2026-07-26 -
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
Kurdistan 05:05 PM - 2026-07-26 -
Besam Kaco:Karên bo vegerandina koçberên Serê Kaniyê berdewamin
Kurdistan 02:20 PM - 2026-07-26 -
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
Cîhan 03:53 PM - 2026-07-26 -
Şêx Cefer piştgiriya çalakiyên Saziya Kerimî Eleke dike
Kurdistan 03:30 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
Kurdistan 11:45 AM - 2026-07-26 -
Serokkomarê girîngiya xurtkirina hewldanan ji bo parastina ewlehî û aramiya Îraqê tekez kir
Êraq 01:39 PM - 2026-07-26






Aplîkêşin

