Talebanî: Ji bo çareserkirina pirsgirêkên bûdce û mûçe hewlên cidî hene

Kurdistan 06:47 PM - 2024-07-30
Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Serokê Şanda Şêwirmendiya Yekîtiya Ewropayê li Iraqê Buroya Çapemeniyê ya Qubad Talebanî

Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Serokê Şanda Şêwirmendiya Yekîtiya Ewropayê li Iraqê

Pêyiwendiyên Dîplomasî

Cîgirê  Serokwezîr Qubad Talebanî bi awayekî cuda li gel Anders Wiberg Serokê Şanda Şêwirmendiya Yekîtiya Ewropayê li Iraqê, Martin Ware Konsulê Giştî yê berê yê Brîtanya û Andrew Beasley Konsulê Giştî yê Brîtanya li Herêma Kurdistanê civiya.

Roja sêşemê 30.07.2024, di civînekê de ligel berpirsê şanda şêwirmendiya Yekîtiya Ewropayê li Iraqê, pêşhatên dawî yên siyasî yên Herêma Kurdistanê û Iraqê û pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Yekîtiya Ewropayê hatin gotûbêjkirin.

Di beşeke din ya civînê de behsa girîngiya hemahengiya zêdetir di pêşxistina sektorên curbicur de hate kirin û Anders Wiberg amadehiya Yekîtiya Ewropayê ji bo pêşkêşkirina alîkariyên teknîkî bo her yek ji hikûmeta federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê nîşan da.

Mijareke din a civînê jî girîngiya pêşxistina şarezayên ciwanan bû. Di vê derbarê de, Qubad Talebanî amaje bi projeyên Foundation Lab bo bihêzkirina karsazên ciwan û xwediyên karsazên biçûk kir ku biryar e di demeke nêzîk de bên vekirin û daxwaz ji Yekîtiya Ewropayê jî kir ku alîkariya Herêma Kurdistanê bike ji bo serxistina vê projeyê. 

Serokê Şanda Şêwirmendiya Yekîtiya Ewropayê li Iraqê balkişand li ser destpêşxeriya cîgirê serokwezîr ji bo bihêzkirina ciwanan û amadebûna Yekîtiya Ewropayê ji bo alîkarîkirina ji bo serxistina pirojeyê dupat kir.

Di civîna duyem de li gel Konsulê Giştî yê berê û niha yê Brîtanya li Herêma Kurdistanê, rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê û peywendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê hatin gotûbêjkirin.
Derbarê peywendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de jî, Qubad Talebanî got, hewlên cidî ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de hene û her du alî geşbîn in ku pirsgirêkên  bûdce û mûçe bi awayekî dawî û radîkal bên çareserkirin.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket