Serokomarê Fransayê pêşwaziya Serokomarê Iraqê kir
Îraq 07:56 PM - 2024-07-26
Buroya Çapemeniyê ya Serokomariyê
Serokomarê Iraqê, Serokomarê Fransayê û xanima yekem
Serokomarê Iraqê Dr.Letîf Reşîd li ser vexwandina fermî ya Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron çû Parîsê.
Îro êvarê li Parîsa paytexta Fransayê merasîma destpêka 33yemîn Olîmpiyadên Havînê tê lidarxistin.
Di dîroka olîmpiyadê da cara ewil merasima vekirinê wê li dervayî stadyûman li qiraxa çemê Seine ku di navenda Parîsê re derbas dibe bê lidarxistin.
Li gorî organîzatoran tê payîn ku herî kêm 120 serok û serokwezîrên welatan beşdarî merasîmê bibin.
Hinek serokên navdar ên ku beşdarî merasîma vekirina Olîmpiyada Parîsê dibin ev in:
Şahê Brîtanyayê Şah Charlesê Sêyem, Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antinio Guterres, Serokwezîrê Brîtanyayê Keir Starmer, Şêwirmendê Olaf Scholz, Serokkomarê Îtalyayê Sergio Mattarella, Serokê Îsraîlê Isaac Herzog, Mîrê Qeterê Temîm Bin Mihemed, Serokwezîrê Yunanistanê Kyriakos Mitsotakis û Xanima Yekem a Amerîkayê Jill Biden.
Biryar e demjimêr 08:30ê êvarî bi dema Hewlêrê merasîm birêve biçe û heta nîvê şevê berdewam be.
Olîmpiyadên Parîsê wê heta 16ê Tebaxa 2024an dewam bikin.
Li nav Civaka Navdewletî, Fransa welatekî bi bandor e û yek ji 5 endamên herdemî yên Encûmena Asayişê ya Neteweyên Yekbûyî ye û di NATO û Yekîtiya Ewropayê û gelek rêxistinên din de, xwedî pêgeheke bihêz e.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zêdetir tamaşe bike
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
Kurdistan 09:55 AM - 2026-06-06



.jpg)


Aplîkêşin

