Şêx Cafer: Herêm dê bi hilbijartinan ji valayîya qanûnî rizgar bibe
Kurdistan 01:19 PM - 2024-07-26Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê û Konsulê Giştî yê Fransa
Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê got: "Pêwîste hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê di dema xwe de bên lidarxistin û ev yek dê herêmê ji wan valahiyên yasayî yên ku niha hatine çêkirin rizgar bike."
Di daxuyaniyeke çapemeniyê de Ofîsa Cîgirê Serokê Herêma Kurdistana Iraqê ku wêneyek ji bo malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (PUKMEDIA) hatiye şandin hatiye ragihandin:’’ Cîgirê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Şêx Cefer Şêx Mistefa îro pêşwazî li Konsulê Giştî yê Fransa li Herêma Kurdistanê Jan Brem kir û tekez li ser wê yekê kir ku divê hilbijartin di atmosfereke azad û demokratîk de birêve biçe.’’
Di civînê de behsa şerê dijî metirsiya DAIŞê, proseya çaksaziyê û yekxistina hêzên Pêşmerge û hilbijartinên bê yên parlamentoyê hat kirin.
Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê di civînê de got:"Herêm di valahiya qanûnî de ye û dê bi hilbijartinên adil di dema xwe de rizgar bibe." Her du alî li ser pirsa yekxistina hêzên Pêşmerge û şerê dijî terorîstan jî li hemfikir bûn’’
Ji aliyê xwe ve Konsulê Giştî tekezî li ser berdewamiya alîkariyên serbazî yên Fransa bo Pêşmerge kir, bi taybetî piştgiriya proseya rahênan û çaksaziya Wezareta Pêşmerge ji bo yekxistina hêzên Pêşmerge.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Hêzên ewlehiyê dest danîn ser nîv ton madeyên hişber
09:13 PM - 2024-09-16 -
Rêbwar Taha: Hikûmeta Kerkûkê bi îradeyeke netewî hat avakirin
03:32 PM - 2024-09-16 -
91 heftaneya dijîtala Înglîzî hat weşandin
10:51 AM - 2024-09-15 -
Şalaw Kosret Resûl: Divê rewşa Hewlêr`ê bê guhertin
10:13 PM - 2024-09-14
zêdetir tamaşe bike
Rojnamevanên PUKMEDIA 'yê çelenga Gulan danîn ber Monumênta Parêzvanên Rastiyê
08:15 PM - 2024-09-16
Serok Bafil: Em ê bi rêya hilbijartinan rêya rêveberiyê rast bikin
03:20 PM - 2024-09-16
Encumena Nûneran deng li ser projeyasaya vegerandina milkan bo xwediyên wan dide
12:08 PM - 2024-09-16
Monumênta Parêzvanên Rastiyê nav û peyama azadiyê zindî dihêle
06:14 PM - 2024-09-15
zortrin xwendraw
-
Encumena Nûneran deng li ser projeyasaya vegerandina milkan bo xwediyên wan dide
Kurdistan 12:08 PM - 2024-09-16 -
Rojnamevanên PUKMEDIA 'yê çelenga Gulan danîn ber Monumênta Parêzvanên Rastiyê
Kurdistan 08:15 PM - 2024-09-16 -
Serok Bafil: Em ê bi rêya hilbijartinan rêya rêveberiyê rast bikin
Kurdistan 03:20 PM - 2024-09-16 -
Rêbwar Taha: Hikûmeta Kerkûkê bi îradeyeke netewî hat avakirin
Kurdistan 03:32 PM - 2024-09-16 -
Hêzên ewlehiyê dest danîn ser nîv ton madeyên hişber
Kurdistan 09:13 PM - 2024-09-16 -
Serok Bafil: Emê binesaziya aborî ya herêma xwe xurt bikin
Kurdistan 10:57 PM - 2024-09-16