PUKMEDIA îtîrafên terrorîstan ji bo têkbirina aramiya herêmê belav dike
Kurdistan 09:30 PM - 2024-07-24
PUKMEDIA
Logoya Asayîşê
Hêzên Asayîşê zanyariyên rast li ser çend girûpên terorîstî yên li Herêma Kurdistanê bi dest xistine, ku xwe birêxistin dikin û plana pêkanîna çendîn kiryarên terorîstî û kuştina çend fermandar û efserên payebilind ên hêzên ewlehiyê dikin.
Asayîşa Herêma Kurdistanê daxuyaniyek ji malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) PUKMEDIA re şand û ragihand:"Piştî lêkolînên berdewam û lêkolînên meydanî, hêzên me delîlên pêwîst û rast ji bo piştrastkirina zanyariyan bi dest xistin û ev çend roj bûn ku hemû berguman di bin çavdêriya tund de bûn û em ji niyeta û komployên terorîstan piştrast bûn ku ji bo têkdana aştiyê amade bûn."
“Piştî erêkirina dadwerê lêpirsîna ewlehiyê, planeke berfireh ji bo girtina wan hat amadekirin û di çar operasyonên serkeftî de, hêzên operasyona ewlehiyê di 3ê Tîrmeha 2024an de û piştre jî bi alîkariya Rêveberiya Ewlekariya Şarezûr, di nav wan de 3 fermandar hatin girtin ku komên (Diyarî Saadî – fermandarê meydanî yên Helebce û Şarezûr), (Îkram Xalid naskirî bi Hacî Îkram – fermandar û çavdêrê şandina terorîstan bo derve), (Şêrko Ebdula – fermandarê asayîşê wan) û 8 terorîstên din bi navê (WS), AW, (AS), (WA), (Z, E), (SM), (BF), (Dana Osman) piştî lêkolînê li xwe mukir hatin ku plana kuştina hejmarek ji fermandarên payebilind ên ewlekarî û îdarî û kiryarên terorîstî yên din kirine. Li bajarên Herêma Kurdistanê ji bo belavkirina îdyolojiya bi navê Dewleta Îslamî, tundrewî û terorîzmê.”
Her wiha tê destnîşan kirin:
“Eşkerebûna vê komploya terorîstan û têkçûna niyeta wan a têkdana ewlehiya herêmê di encama mehek bêxew û westandina xebata berdewam a hêzên operasiyona ewlehiyê de hat ku di hewlên xwe de bi ser ketin.
Têbînî / Girêdana vîdyoya îtîrafên her çar terorîstan.
1- Terorîstê herî sûcdar (Dyarî Saadî - Emîrê Helebce û Şarezûr.
2- Terorîst (Şêrko Ebdullah Mihemed)
3- Terorîst (Dana Osman)
4- Terorîst (Îqbal Saadî)
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Êrîşên navbera Waşinton û Tehranê didomin û Îran gefan dixwe
11:16 AM - 2026-06-06 -
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
09:45 AM - 2026-06-05
zêdetir tamaşe bike
Îraq ji bo derbasbûna ji krîza Hurmizê berê xwe dide Herêmê û Sûriyeyê
11:54 AM - 2026-06-06
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
09:55 AM - 2026-06-06
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Îraq ji bo derbasbûna ji krîza Hurmizê berê xwe dide Herêmê û Sûriyeyê
Êraq 11:54 AM - 2026-06-06 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Êrîşên navbera Waşinton û Tehranê didomin û Îran gefan dixwe
Cîhan 11:16 AM - 2026-06-06





.jpg)
Aplîkêşin

