Letîf Nêrweyî: Piştî 20 salan PDK dixwaze siyaseteke şaş bişopîne
Kurdistan 04:21 PM - 2024-07-22
PUKMEDIA
Letîf Nêrweyî
Berpirsê Desteya Ragihandinê ya YNK’ê di axaftina xwe ya li ser mijara rêveberiya Kerkûk û Nînowa de wiha got: “Piştî nêzîkî 20 salan ji şopandina siyaseteke şaş û bêparkirina YNKê ji Nînowa, PDK dixwaze heman siyasetê ji bo Kerkûkê jî bikar bîne û heman xeletiyê dubare bike.’’
Berpirsê Desteya Ragihandinê ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Letîf Nêrweyî di gotarekê de bi sernavê (Pirsgirêka îdareya Kerkûk û Nînowa di navbera pirsgirêk û çareseriyan de) ku li ser malpera fermî ya YNKê PUKMEDIA hatiye belavkirin, ragihand: ‘’Piştî nêzîkî 20 salan ji şopandina siyaseteke şaş û bêparkirina YNKê ji pişka xwe li Nînowayê, PDK dîsa jî dixwaze li Kerkûkê heman siyaseta Nînowa bişopîne, bêyî ku bifikire ku rewşa niha cuda ye û ti mantiq qebûl nake ku du kursî çarenivîsa şeş kursiyan diyar bikin û ji ber ku rast e YNK li pişka ti hêz û pêhatekî nanêre, lê amade nîne dest ji kursî û mafên dengdêrên xwe berde.”
Di beşeke din ya axaftina xwe de wiha got:’’Ev hewlên PDKê ne tenê dê negihêjin mafên rewa yên gelê kurd li her du parêzgehan, belku dê zêdetir nav mala kurdan de parçe bike û PDK bi xwe jî dê li Kerkûk û Nînowa pozîsyona xwe ya berê ji dest bide û şert û mercan çêdike ku pêkhatên din jî li ser hesabê kurdan daxwaza pareke zêdetir ji mafên xwe bikin.’’
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
03:53 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
11:45 AM - 2026-07-26 -
Komandoya Kurdistanê tîmeke bijîşkî ji bo ziyaretkaran dişîne Kerbelayê
01:49 PM - 2026-07-25 -
Serokomarê Iraqê: Mafên jinan diparêzin
11:51 AM - 2026-07-25
zêdetir tamaşe bike
Derbaz Kosret û Konsulê Rûsyayê rewşa navçeyê û pêkanîna hikûmetê gotûbêj dikin
09:01 PM - 2026-07-26
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
06:17 PM - 2026-07-26
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
05:51 PM - 2026-07-26
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
05:05 PM - 2026-07-26
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
Kurdistan 06:17 PM - 2026-07-26 -
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
Kurdistan 05:51 PM - 2026-07-26 -
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
Kurdistan 05:05 PM - 2026-07-26 -
Besam Kaco:Karên bo vegerandina koçberên Serê Kaniyê berdewamin
Kurdistan 02:20 PM - 2026-07-26 -
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
Cîhan 03:53 PM - 2026-07-26 -
Şêx Cefer piştgiriya çalakiyên Saziya Kerimî Eleke dike
Kurdistan 03:30 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
Kurdistan 11:45 AM - 2026-07-26 -
Serokkomarê girîngiya xurtkirina hewldanan ji bo parastina ewlehî û aramiya Îraqê tekez kir
Êraq 01:39 PM - 2026-07-26






Aplîkêşin

