Bi hewla YNK mûçeyên şehîdên destê DAIŞ dikeve ser Bexdayê
Kurdistan 12:32 PM - 2024-07-21
PUKMEDIA
Pêşmerge
Bi hewla firaksyona Yekîtî li civata nûnerên Êraqê, mûçe û
imtîyazatên şehîdên şerê terorê tên êxistin ser Bexdayê, û endamek ya
firaksyonê jî dibêje: Di vê hewla Yekîtî de hezar û 285 warisên şehîdên şerê
DAIŞ`ê sûdmend dibin, her weha ew yek windayî yên şerê DAIŞ`ê jî digire.
Hezar û 285 şehîdên şerê DAIŞ`ê sûdmend dibin
Çiro Heme Şerîf, endama Komîteya Şehîdan û Zîndaniyên Siyasî li civata nûnerên Êraqê bo malpera fermî ya Yekîtî ya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) PUKMEIDA ragihand ku di civîna duhî ya civata nûnerên Êraqê de xwendina yekem jibo piroje yasaya Dezgeha Şehîdan hat kirin û bi hewla firaksyona Yekîtî mûçe û imtîyazatên şehîdên şerê DAIŞ`ê ket nav wê pirojeyê daku mûçe û imtîyazatên wan bikeve ser Bexdayê.
Çiro Heme Şerîf got: Bi vê hewla firaksyona Yekîtî hezar û 285 şehîdên şerê DAIŞ`ê ku li wezareta Pêşmerge bûn, sûdmend dibin û hewlên firaksyonê jibo wê yekê ye ku, ew biryar zîndaiyên siyasî yên herêma Kurdistanê jî bigire, lê li gor pêdaçûnên me tenê navên zîndaniyên siyasî yên Yekîtî li Bexdayê hene, û hindek alî jiber ku bindîwarên wan yên siyasî gelekî hene, û navên wan li wezareta şehîdên Êraqê nîne pirsgirêkê jibo wê piroseyê dirust dibe.
Rêgiriyên li navxwe ya herêmê berdewamin
Endama Komîteya Şehîdan û Zîndaniyên Siyasî dibêje: Ji bi wê yekê nêzîkî 800 şehîdên şerê DAIŞ`ê li herêma Kurdistanê hene, ku ser bi hêzên ewlekariyê ne, lê heya niha dosyeyên wan yek alî nebûne, hevdem hikumeta Êraqê razîbûna xwe nîşan daye ku mûçeyên zîndaniyên siyasî jî bixe ser Bexdayê, lê hîna rêgiriyên li navxwe ya herêmê jibo têkdana wê piroseyê berdewamin.
Windayên şerê DAIŞ`ê jî digire
Hikumeta Êraqê daxwaziya ji firaksyona Yekîtî cî bi cî dike, ku li gor wê yekê ku mûçeyên warisê şehîdan û windayîyên şerê DAIŞ`ê hevtayê Bexdayê dike.
Serwe Mihemed ,endama firaksyona Yekîtî li civata nûnerên Êraqê jibo malpera fermî yê Yekîtî ya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) PUKMEDIA ragihand ku : Piroje yasyaya Dezgeha Şehîdan çend carin din ketibû nav rojeva rûniştinên civata nûneran, lê bi mebesta encamdna guhertinan ew yek jibo himumetê hatibû şandin ku windayîyên şerê DAIŞ`ê jî digire.
Serwe Mihemed got: Hikumeta Êraqê piştî encamdana guhertinan di piroje yasayê de û cî bi cîkirina daxwaza firaksyona Yekîtî jibo temamkirina rêkarên mûçeyên şehîdên şerê DAIŞ`ê, careke din ew piroje şand perlamanê û xwendina yekem ji bo wê hat kirin.
Yekîtî xwedanê 26 hezar şehîdan e
Yekîtî ya Nîştimanî ya Kurdistanê ku bi hizba şehîdan tê naskirin, ji destpêka damezrandina xwe ve û heya niha xwedanê 26 hezar şehîdane, ku ji wê hejmarê zêdetirî hezar şehîd di berhingarbûna terorîstan de şehîd bûne, ku beşek zaf ji wan serkirde û fermandeyên hêzên Pêşmerge bûn , li navçeyên derveyî herêma Kurdistanê şehîd bûne.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zêdetir tamaşe bike
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
09:45 AM - 2026-06-05
Serok Bafil:Hikûmeta bê divê hevseng û hevkarî têde be
12:02 AM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05






Aplîkêşin

