Letîf Nêrweyî: Doza penaberên Şengalê nabe bi siyasî bikirê
Kurdistan 10:40 PM - 2024-07-16
PUKMEDIA
Letîf Nêrweyî û Mîr Selîm Necman Daud Selman Beg
Îro sêşeme 16.07.2024, Rêheval Letîf Nêrweyî Berpirsê Desteya Ragihandinê ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) pêşwaziya serokê Dezgeha Xizmetguzarî û Rewşa Awarte ya Êzidxanê Mîr Selîm Necman Dawûd Selman Beg ku kesayetiyekî navdar ê olî û civakî yê Êzdiyên Kurdistan, Iraq û cîhanê ye û şanda pê re kir.
Serok Bafil siyaseta Serok Mam Celal li hember Êzdiyan dişopîne
Di hevdîtinê de Letîf Nêrweyî balkişand li ser rola giring a kurdên êzîdî di bizava rizgarîxwaziya gelê Kurdistanê de û hemleyên jenosîdê ku bi dirêjahiya dîrokê de rastî wan hatiye û amaje bi hewlên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê kir li Kurdistan di piştgiriya Êzidiyan de ,li ser Rêbaza Serok Mam Celal ji bo parastina pêgeh û rola Êzidiyan di proseya siyasî de, bidestveanîna daxwazên wan ên rewa, parastina asayîş û aramiyê li navçeyên wan , ji nû ve avakirina wan , dabînkirina vegera bi rûmet ji bo deverên xwe Şengalê û derdora wê û rakirina astengiyên li pêşiya vegera wan, got: “Serok Bafil Celal Talebanî bi siyaseta Serok Mam Celal li hember hemû pêkhateyan bi taybet Kurdên Êzidî dişopîne,dibêje ku divê mijara koçberên Şengalê neyê sîyasetkirin.”
Baweriya Kurdên Êzdî bi YNKê heye
Berpirsê Desteya Ragihandinê got jî: Yekîtiya Nîştimanî kar li ser berfirehkirina bandor û desthilata xwe li Herêma Kurdistanê bi wergirtina baweriya girseyan di hilbijartinên bê yên Parlamentoya Kurdistanê de, bi armanca xizmetkirina zêdetir ji girseya Gelê Kurdistanê û hemû pêkhateyên olî û netewî bi taybetî Kurdên Êzidî dike .”
Êzdî spasiya YNKê dikin ku helwesta wê ya neguherî heye
Ji aliyê xwe ve, Mîr Selîm Necman Dawûd Selman Beg pesna helwêstên berdewam yên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê di piştgirî kirina Êzdiyan de kir û daxwaz ji Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê kir ku hewlên xwe ji bo vegerandina êzîdiyan bo warên xwe Şengalê û dabînkirina jiyaneke hêja û aram ji bo Êzidiyan bi kar bîne û ji nû ve avakirina herêmên wan.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zêdetir tamaşe bike
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
Kurdistan 09:55 AM - 2026-06-06



.jpg)


Aplîkêşin

