Firaksyona YNK:Tenê YNK di xema firokxaneya Silêmaniyê de ye
Kurdistan 12:23 PM - 2024-07-07
PUKMEDIA
Firokxane
Li
ser daxwaz û pêşniyara firaksyona Yekîtî li civata nûnerên Êraqê, tevî ku
perleman di bêhnvedana werza yasadananê de bûye, serok û endamên komîteya guhastin
û peywendîkirin yê perlamana Êraqê li bajarên Bexda, Kerbela,Besre û Necef,
hefteya bûrî bi armanca kêmkirina fişar û sizayên Turkiye li ser firokxneya navdewletî ya Silmaniyê, serdan kirin,biryarderê firaksyona Yekîtî jî dibêje: Tenê Yekîtî
hewla vekirina asmanê di navbera Turkiye û Silêmaniyê de dike, lê partiyên din
bê helwest û bê dengin.
Yekîtî berevanîkarê vekirina asmanê Turkiye di rûyê firokxaneya Silêmaniyê de yeKarwan Yerweys, biryarderê firaksyona Yekîtî li perlamana Êraqê jibo malpera fermi yê Yekîtî Nîştimanî Kurdistanê (YNK) PUKMEDIA ragihand ku tenê Yekîtî di asta nûnerên di hikûmet û perlemanê berevaniyê li vekirina asmanê Turkiye di rûyê firokxaneya Silêmaniyê de dike, lê partiyên din bê helwest û bê dengin.
Karqwan Yarweys daxwaz ji firaksyonên din yên Kurdistanî jî dike ku vê xemê bi xemeke giştî û berjewendiyên giştî bizanin û hewl bidin bi riya gotûbêj û riyên çareseriya diplomasî vê pirsgirêkê çareser bikin.
Firokxaneya Silêmaniyê yekek ji firokxaneyên girîng yên bê pirsgirêk yên Êraqê ye
Komîteya guhastin û peywendiyan li perlamana Êraqê civînek berfireh digel rêveberên firokxane û beşên cuda cuda encam da ku di encamê de wêneyeke zelal derbarê firokxaneyê ket dest wan, ku firokxaneya navdewletî yê Silmaniyê yekek ji firokxaneyên girîng û bê pirsgirêk yên Êraqê ye ku hemî xizmetgûzariyên wê xwemalî ne û yek karmendekî biyanî têde nîne.
Dr.Biryar Reşîd,endamê firaksyona Yekîtî li civata nûnerên Êraqê jibo PUKMEDIA got : Hewlên me dê berdewam bin jibo vekirina asmanê Turkiye di rûyê firokxaneya navdewletî yê Silêmaniyê de, komîteya peywendiyan jî tekez kir ku ew li ser wê pirsê digel desteya serokatiya civata nûneran û serok wezîran û desteya firokvaniya sivîl dicivin.
Dr.Biryar got: Komîteya guhastin û peywendiyan li perlemana Êraqê, firokxaneya navdewletî yê Silêmaniyî bi firokxaneyeke girîng ji aliyê geştan û kargêrî û ewlekariyê ve li Êraqê bi nav kir û soz de ku hemî pêngavan biavêjin jibo vekirina asmanê Turkiye di rûyê firokxaneya Silêmaniyê de.
Komîteya gihandin û peywendiyan têgihîştiye ku hemî tomet bê bingehin
Her weha komîteyê bi serdankirina kompaniya (Ezmer Ear) matmayî bû, jiber şiyanên wê yên akademî jibo pêgihandina kadirên firokxaneyê, ku ev yek li Êraqê bê hevta ye,di demekê de ku li firokxaneyên din budceyeke mezin jibo wê mebestê bi kompaniya û akedemiyên biyanî tê dayîn.
Biryarderê firaksyona Yekîtî li perlemana Êraqê aşkere kir jî, biryare komîte piştî bêhnvedana perlemanê hemî hewlan jibo çareserkirina wê pirsgirêkê bide.
Komîteyê di civîna xwe ya digel serokê dezgeha asayîşa herêmê, piştî daxuyanî û wergirtina zanyariyên baştir têgihîşt ku ew tometên arasteya firokxaneyê hatine kirin bê bingehin.
Di heyama 14 heyvên bûrî de jiber ragirtina ji sedî 35 geştên firokxaneya navdewletî ya Silêmaniyê bi asmanê Turkiye de, nêzîkî 10 milyon Dolar ziyanên darayî gihîştiye firokxaneyê, ev jî di demekê de ye ku geştên jibo welatan digel çend kompaniyên din berdewamin û çi pirsgirêkek nîne.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zêdetir tamaşe bike
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
Kurdistan 09:55 AM - 2026-06-06



.jpg)


Aplîkêşin

