Firokexaneya Silêmaniyê ji aliyê Rêveberiya Firokevaniya Sivîl a Iraqê ve tê birêvebirin
Kurdistan 04:56 PM - 2024-07-03
PUKMEDIA
Komîteya Veguhastinê ya Parlamentoyê
Duh sêşemê şandeke Komîteya Veguhestin û Ragihandinê ya Parlamentoyê bi serokatiya seroka komîteyê Zehra El-Becarî, serdana firokexaneya navdewletî ya Silêmaniyê kir û ligel Rêveberê Giştî yê firokexaneyê Hendren Hîwa civiya û di çarçoveya gerê de der barê mekanîzmayên xebatê yên balafirgehê de hatin agahdarkirin.
Balafirgeh saziyek federal e
Seroka Lijneya Veguhestin û Ragihandinê Zehra El-Becarî di civîneke rojnamevaniyê de li Firokexaneya Silêmaniyê ragihand: “Rêveberiya firokexaneyê zanyariyên derbarê firokexaneyê ji Komîteya Veguhastin û Ragihandinê re ragihandiye û tê zanîn ku firokexaneya navdewletî ya Silêmaniyê duyem firokexane ye li Iraqe, di warê lîsansê de û ew firokexaneyek sivîl e ku bi gelemperî ji hêla firokevaniya sivîl ve tê xebitandin û yek ji ajansên federal e.Wê got jî: “Piştî vegera me bo Bexdayê, emê ligel Desteya Firokevaniya Sivîl, Komîteya Ewlekarî û Berevaniyê û Komîteya Pêwendiyên Derve bicivin, daku dest bi danûstandinan li gel aliyê Tirkiyê ku qedexekirina firokexaneyê ferz dike, bikin û danûstandinan bikin.
Helwestek yekgirtî û zelal li ser vê mijarê, ji ber ku firokexane saziyeke federal e û li ser xaka yek ji parêzgehên Iraqê ye.” Di berdewamiya axaftinên xwe de tekez li ser vê yekê kir ku, komîte her êrîşek bo ser dezgehên Iraqî yên li her devereke welat û ji her welatekî red dike û Parlementoya Iraqê jî wê helwesteke eşkere hebe.
Seferên Tirkiyeyê ji %35 pêk tên
Derbarê asta ziyanên madî yên ku di encama qedexekirina geştên esmanî yên Tirkiyê de gihîştiye firokexaneya navdewletî ya Silêmaniyê, rêveberê firokexaneyê Hendren Hîwa diyar kir: “Balafirên firokexaneyên Tirkiyê ji %35ê geştên asmanî yên firokexaneya Silêmaniyê pêk tên û ziyanên madî yên firokexaneyê jî tê texmînkirin li dora 10 milyon dolar e di 14 mehên borî de bêyî xisarên gumrikê.
Rêvebirê firokexaneyê got: “Ti fikarên me yên ewlehî û leşkerî nînin û hertim amadebûna xwe ji bo prosedur û lêkolînên pêwîst nîşan dane. Îsbata vê yekê jî ew e ku seferên balafirxaneya Silêmaniyê ber bi welatên din ve berdewam in û şîrketên mezin ên navneteweyî hene li Silêmaniyê kar dike."
Girtina qada hewayî ya Tirkiyeyê armancên siyasî hene
Di vê derbarê de endamê Komîteya Ragihandin û Veguhestinê Karwan Yarwais ji PUKMEDIA re got: Girtina qada asmanî ya Tirkiyê li ser firokexaneya navnetewî ya Silêmaniyê armancên siyasî hene û bi vegerandina civata nûneran re em ê bi awayekî piraktîkî tevbigerin,di vê mijarê de gav wê bên avêtin."
Karwan Yarwaîs her wiha got: “Sizakirina welatiyên parêzgeha Silêmaniyê ji ber sedemên siyasî nayê qebûlkirin û erkê rayedarên pêwendîdar ên herêmê û Bexdayê ye ku ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê kar bikin.”
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
03:53 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
11:45 AM - 2026-07-26 -
Komandoya Kurdistanê tîmeke bijîşkî ji bo ziyaretkaran dişîne Kerbelayê
01:49 PM - 2026-07-25 -
Serokomarê Iraqê: Mafên jinan diparêzin
11:51 AM - 2026-07-25
zêdetir tamaşe bike
Derbaz Kosret û Konsulê Rûsyayê rewşa navçeyê û pêkanîna hikûmetê gotûbêj dikin
09:01 PM - 2026-07-26
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
06:17 PM - 2026-07-26
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
05:51 PM - 2026-07-26
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
05:05 PM - 2026-07-26
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
Kurdistan 06:17 PM - 2026-07-26 -
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
Kurdistan 05:51 PM - 2026-07-26 -
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
Kurdistan 05:05 PM - 2026-07-26 -
Besam Kaco:Karên bo vegerandina koçberên Serê Kaniyê berdewamin
Kurdistan 02:20 PM - 2026-07-26 -
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
Cîhan 03:53 PM - 2026-07-26 -
Şêx Cefer piştgiriya çalakiyên Saziya Kerimî Eleke dike
Kurdistan 03:30 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
Kurdistan 11:45 AM - 2026-07-26 -
Serokkomarê girîngiya xurtkirina hewldanan ji bo parastina ewlehî û aramiya Îraqê tekez kir
Êraq 01:39 PM - 2026-07-26






Aplîkêşin

