Komisyonê dema radestkirina listen namzedan ragihand
Kurdistan 11:04 AM - 2024-07-03
PUKMEDIA
Dengdan
Komîsyona Bilind a Serbixwe ya
Hilbijartinan roja wergirtina lîsteyên namzedên partî û hevpeymaniyên ku
dixwazin beşdarî hilbijartinên Parlamena Kurdistanê bibin, eşkere kir.
Berdevka
Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan Cumene El-Gelay ji PUKMEDIA re
ragihand: Komisyonê biryar daye roja wergirtina lîsta namzedên hevpeymanî, partiyan,
namzedên takekesî û namzedên pêkhateyan ku dixwazin beşdarî hilbijartinên parlemanê
bibin.
Wê got jî:
Komisyonê biryar da ku ji roja pêncşemê 04/7/2024 heya roja duşemê 15/7/2024
lîsteyên namzedan werbigire.
Komîsyon ji bo hilbijartinan amade ye
Cumene El-Geleyî dibêje: Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan amade ye hilbijartinên Parlamena Kurdistanê di roja ku ji aliyê Serokatiya Herêma Kurdistanê ve hatiye diyarkirin, bike.
Got jî: Serokatiya Herêma Kurdistanê roja 20ê Cotmeha 2024ê weke rojeke nû bo lidarxistina hilbijartinan destnîşan kiriye û em jî di Komîsyonê de amade ne ku di vê dîrokê de helbijartinan lidar bixin.
Komîsyona Êraqê wê hilbijartinan birêve bibe
Cumene El-Gelayî dibêje: Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan ew e ku dê hilbijartinan li gorî yasaya hilbijartinê û li gorî dabeşkirina kursî û navçeyên hilbijartinan ku ji aliyê desteya dadwerî ve hatiye pesendkirin birêve bibe.
El-Geleyî dibêje: Desteya Komisyonan li benda gihîştina biryarnameya herêmî ye ku bi fermî roja nû ya lidarxistina hilbijartinên Parlemanê diyar bike û piştre dê biryareke guncaw derbarê wê de bide.
Hemî rêkar dê ji hêla Komîsyonê ve bêne birêvebirin
Cumene El-Gelayî dibêje: Komîsyon dê bi rêya ofîsa niştimanî û ofîsên komîsyonê li parêzgehên Herêma Kurdistanê, hilbijartinan birêve dibe û proseya dengdan, hejmartin, cudakirin û ragihandina encaman jî di nav de.
Hejmara partiyên beşdar
Cumana
El-Gelayî dibêje: Partiyên nû daxwazên xwe ji bo beşdarbûna di hilbijartinên
Parlamentoya Kurdistanê de nîşan dane.
Wê got jî:
heta niha nêzîkî bîst namzedên takekesî hatine tomarkirin, û her ku diçe roja
tomarkirin zêde dibe û hejmara giştî dibe 26 partî, 4 hevbendî û 101 namzedên
takekesî ku navên xwe tomarkirine.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zêdetir tamaşe bike
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
Kurdistan 09:55 AM - 2026-06-06



.jpg)


Aplîkêşin

