Hêzên 70’î bersiva îdîayan dide
Kurdistan 08:43 PM - 2024-07-01
Artêşa 70’emîn
Logoya fermandarê 70
Di daxuyaniya Artêşa 70’emîn de wiha hat gotin:“Ti peywendiya hêzên me û hêzên din ên Herêma Kurdistanê bi bûyerên Hewlêr, Duhok û Kerkûk bajarê pîroz ê Kurdistanê re nîne.”
Di daxuyaniyê de wiha tê gotin: “Em bi vê wesîleyê radigihînin ku nûnerê Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Bexdayê di civîneke rojnamevaniyê de ragihand: Ew tohmetbar li hember mûçeyeke diyarkirî hatine desteserkirin. Ti eleqeya vê bi hêza me re nîne."
Daxuyaniya Artêşa 70
Em ji raya giştî re eşkere dikin ku ti pêwendiya hêzên me û hêzên din ên Kurdistanî bi bûyerên Hewlêr, Duhok û Kerkûkê re nîne.
Cihê dilgiranî û sosret e ku tenê nûnerê Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di civîneke rojnamevaniyê de li Bexdayê, bi mebestên taybet û wek tometbar, navê hêzên me û sînorê Silêmaniyê tîne ziman. Berdevkê Wezareta Navxwe ya Iraqê bêyî ku navê ti hêzan bide, bi eşkere amaje bi van agahiyan kir.
Berdevkê Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê di civîneke rojnamevaniyê de li Bexdayê ragihand, ew tohmetbar di berdêla mûçeyeke diyarkirî de hatine desteserkirin. Ev nîşan dide û em vê yekê tekez dikin; Van kesan ne di bin fermandariya me û ne jî di bin sîwana hêzên me de ev yek kirine û ne jî têkiliya wan bi hêzên me re hebûye.
Em li bendê ne ku hêzên ewlehiyê yên Iraqê lêkolînê li ser vê mijarê bikin û rastiyê ji raya giştî re eşkere bikin ku, her kesê li pişt şewitandina bazaran be, dê hesab jê were pirsîn û were cezakirin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Êrîşên navbera Waşinton û Tehranê didomin û Îran gefan dixwe
11:16 AM - 2026-06-06 -
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
09:45 AM - 2026-06-05
zêdetir tamaşe bike
Îraq ji bo derbasbûna ji krîza Hurmizê berê xwe dide Herêmê û Sûriyeyê
11:54 AM - 2026-06-06
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
09:55 AM - 2026-06-06
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Îraq ji bo derbasbûna ji krîza Hurmizê berê xwe dide Herêmê û Sûriyeyê
Êraq 11:54 AM - 2026-06-06 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Êrîşên navbera Waşinton û Tehranê didomin û Îran gefan dixwe
Cîhan 11:16 AM - 2026-06-06





.jpg)
Aplîkêşin

