Lîsteya mûçeyên meha Hezîranê pêşkêşî Bexdayê hat kirin
Kurdistan 02:55 PM - 2024-06-29
PUKMEDIA
Dînarê Iraqî
Hikûmeta Herêma Kurdistanê lîsteya mûçeyên meha Hezîranê radestî Bexdayê kir û piştî pişkinînê, biryare ew pereyê ku ji bo mûçeyên Herêma Kurdistanê hatiye terxankirin, ji bo herêmê were şandin, lê ne diyar e çend roj dê ev pişkinîn bidome.
Di lîsteyê de navên hemû karmendên mûçe heneWezareta Darayî û Aborî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand;“Îro danê sibê şemî 29.06.2024, lîsteya mûçeyê meha Hezîranê ya hemû karmend, xanenişîn û mûçeyên sivîl û leşkeran ji aliyê tîma Wezareta Darayî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve radestî Rêveberiya Giştî ya Hesabgiriyê ya Wezareta Darayî ya Federal hat kirin.’’
Ne diyar e Bexda dê kengê mûçeyan bişîne
Li gorî malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (PUKMEDIA), Hikûmeta Herêma Kurdistanê roja 21.04.2024ê lîsteya mûçeyan radestî Bexdayê kiriye, lê piştî nêzîkî 25 rojan, roja 14.05.2024ê, Bexdayê mûçe şandine.
Her wiha ji bo meha Gulanê jî di 4ê Hezîrana 2024ê de lîsteya mûçe ji Bexdayê re hatiye şandin, di 06.06.2024ê de jî mûçe ji Bexdayê hatiye şandin.
Wezareta Darayî ya Iraqê li ser lîsteya mûçeyên meha Hezîranê yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê pişkinîn dike û ne diyar e ka dê kengê mûçe ji herêmê re were şandin.
Li herêmê zêdetirî milyonek karker mûçeyê wan hene
Li gorî PUKMEDIA’yê, li herêmê hejmara mûçeyên karmendan li gorî sîstema biyometrîk (1 milyon û 249 hezar û 481) ye.
Nêzîkî 21 trîlyon dînar para herêmê ye û zêdetirî 11 trîlyon dînar jî bo mûçe ye
Nêzîkî 21 trîlyon dînar para herêmê ye û zêdetirî 11 trîlyon dînar jî bo mûçe ye.Parlamentoya Iraqê di 3-6-2024an de bernameya bûdceyê sererast kir.Di sala 2024an de, zêdetir ji 20 trîlyon û 910 milyar dînar wek pişka herêmê hatiye terxankirin, ku zêdetirî 11 trîlyon dînar ji bo mûçeyên herêmê hatiye terxankirin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zêdetir tamaşe bike
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
Kurdistan 09:55 AM - 2026-06-06



.jpg)


Aplîkêşin

