YNKê: Em senaryoyên din ên paşxistina hilbijartinan red dikin
Kurdistan 07:42 PM - 2024-06-26
PUKMEDIA
Berdevkê YNKê
Berdevkê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Saadî Ehmed Pîre helwesta partiya xwe derbarê hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê de ragihand û got: “Em ji destpêkê ve ji bo hilbijartinan amade bûn, eger bi xwestî YNK’ê bûya wê hilbijartin di 10’ê Hezîranê de bihata kirin, em di her kêliyê de amade ne û hemû senaryoyên ku behsa paşxistina careke din hilbijartinan dikin, red dikin.’’
YNK amade bû û amade yeSaadî Ehmed Pîre di civîneke çapemeniyê de got: “YNK ji destpêkê ve alîgirê lidarxistina hilbijartinan bû û niha jî em bi her awayî amade ne.Ji bo diyarkirina roja hilbijartinan şêwra partiyan nehatiye kirin û em hemû senaryoyên ku behsa paşxistina careke din hilbijartinan dikin ku ti astengî li pêşiya hilbijartinan nînin red dikin."
YNK li gel hilweşandina kursiyên pêkhatan nebû
Her wiha got: "Sînorên hilbijartinan li ser daxwaza YNKê bû ku li ser 4 deveran hatin parvekirin. Eger YNKê dixwast hilbijartin di 10ê Hezîranê de bên kirin, em çend caran ji paşxistina hilbijartinan nîgeran in."
Pîra got: ‘’YNK ti carî alîgirê betalkirina kursiyên dpêkhatan nebûye û ji bo vegerandina 5 kursiyên pêkhatan ,ji bo vê me hewlên xwe berdewam kirine û em bi ser keftine.’’
Dê di vê hilbijartinê de hîle neyê kirin
Saadî Ehmed Pîre got: “Wê di vê hilbijartinê de jî wekî berê sextekarî neyê kirin, deng nayên guhertin û penaber bi belgeyên sexte dengê xwe nadin, ji ber ku di hilbijartinên berê de partî hebûn ku penaber ji bo dengdanê bikar anîne. Di qeyda dengderan ji mirî û kesên ku ne hemwelatiya Iraqê ne nînin.’’
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Êrîşên navbera Waşinton û Tehranê didomin û Îran gefan dixwe
11:16 AM - 2026-06-06 -
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
09:45 AM - 2026-06-05
zêdetir tamaşe bike
Îraq ji bo derbasbûna ji krîza Hurmizê berê xwe dide Herêmê û Sûriyeyê
11:54 AM - 2026-06-06
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
09:55 AM - 2026-06-06
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Îraq ji bo derbasbûna ji krîza Hurmizê berê xwe dide Herêmê û Sûriyeyê
Êraq 11:54 AM - 2026-06-06 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Êrîşên navbera Waşinton û Tehranê didomin û Îran gefan dixwe
Cîhan 11:16 AM - 2026-06-06





.jpg)
Aplîkêşin

