Talebanî: Ti sedemek ji bo paşxistina hilbijartinan nine
Kurdistan 03:37 PM - 2024-06-25
Nivîsgeha Ragihandinê ya Cîgirê Serokwezîran
Qûbad Talebanî bi şandeke NY re civiya
Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî pêşwaziya şandeke Neteweyên Yekbûyî bi serokatiya Cîgirê Nûnerê Taybetî yê Sekreterê Giştî yê NY bo karûbarên siyasî û hevkariyên hilbijartinan li Iraqê Claudio Cordon kir.Di civînê de ,rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê û pirsa hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê gotûbêj kirin.
Civîna ku roja sêşemê (25.06.2024) li Hewlêrê hat lidarxistin, piştî dirêjkirina erkê Neteweyên Yekgirtî li Iraqê tê û yek ji warên karê wan jî alîkariya Iraq û Herêma Kurdistanê ji bo lidarxistina hilbijartinên dadmendane ye.
Li hevdîtinê de Cîgirê Serokwezîr kêfxweşiya xwe ji bo dirêjkirina erkê Neteweyên Yekgirtî li Iraqê derbirî û hêvî xwest ku roleke girîng di lidarxistina hilbijartinên bê yên parlemantoyê de hebe bi awayekî ku encamên wê ji bo welatiyan pêbawer be.
Cîgirê Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî dilgiraniya xwe li hember paşxistina hilbijartinan anî ziman û got:“Ti hincet ji bo paşxistina hilbijartinan nemaye, bi taybetî ku Komisyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê bi temamî ji bo lidarxistina hilbijartinan amade ye.’’
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Êrîşên navbera Waşinton û Tehranê didomin û Îran gefan dixwe
11:16 AM - 2026-06-06 -
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
09:45 AM - 2026-06-05
zêdetir tamaşe bike
Îraq ji bo derbasbûna ji krîza Hurmizê berê xwe dide Herêmê û Sûriyeyê
11:54 AM - 2026-06-06
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
09:55 AM - 2026-06-06
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Îraq ji bo derbasbûna ji krîza Hurmizê berê xwe dide Herêmê û Sûriyeyê
Êraq 11:54 AM - 2026-06-06 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Êrîşên navbera Waşinton û Tehranê didomin û Îran gefan dixwe
Cîhan 11:16 AM - 2026-06-06





.jpg)
Aplîkêşin

