Li Kurdistanê di çar rojan de 348 şewat li daristana hatin dîtin

Kurdistan 05:17 PM - 2024-06-21
Li yek ji çiyayên Duhokê şewat derket PUKMEDIA

Li yek ji çiyayên Duhokê şewat derket

Çandina mîlyonek Dar

Li Herêma Kurdistanê li sedan donim daristanên xwezayî de  şewat derketiye, ji ber ku tenê di cejna Qurbanê de 348 bûyerên şewata daristanan pêk hatine.

Li gor daxuyaniya Berevaniya Şaristanî ya Herêma Kurdistanê, ji giştî 404 bûyeran, 348 şewat ji ber şewitîna giyayên ziwa û zozanan bûne ziyaneke mezin  ku gihandiye daristan û zeviyên xelkê deverê.

Hin şewat ji ber xemsariya welatiyan derketiye

Jêderekî ji polîsên sînor û daristanan ji PUKMEDIA yê re ragihand, ku piraniya wan şewatan ji ber xemsariya xelkê ku diçin seyranê û agir pêdixin.

Çavkaniya han eşkere kir ku bayê bihêz dibe sedema belavbûna şewatên daristanan ku dijwar dike vemirandina wan şewatan û di encam de zerereke mezin li daristan û jîngeha Kurdistanê dide.

Bombebaranên Tirkiyê sedema şewatane li Duhokê

Bombebarana Tirkiyê sedema sereke ya şewata daristanên parêzgeha Duhokê ye.

Ji ber bombebarana tund a Tirkiyê, agir bi daristanên çiyayê Metîna yê parêzgeha Duhokê ket, û navçeyên berfereh ji şînahiyan û daristanên xwezayî şewitîn, ji ber ku agirkuj di zehmetiyan de  hewl didin ku agir vemirînin.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket