Lihevkirin li ser lidarxistina civîna Encûmena Parêzgeha Kerkûkê di hefteya bê de

Kurdistan 02:14 PM - 2024-06-20
Encumena Parêzgeha Kerkûkê PUKMEDIA

Encumena Parêzgeha Kerkûkê

Kerkûk YNK

Tê pêşbînîkirin ku di nava çend rojên bê de yekem civîna Encûmena Parêzgeha Kerkûkê were lidarxistin û endamekî encumenê jî tekez dike ku hemû alî li ser pêwîstiya lidarxistina civînê hemfikir in.

 Endamê Encumena Parêzgeha Kerkûkê ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê D.Ehmed Fetih ji malpera fermî PUKMEDIA re ragihand: Em weke Yekîtiya Nîştimanî dê beşdarî civîna Encûmena Parêzgeha Kerkûkê bibin. piraniya fireksiyonên din bi me re li hev dikin ku beşdarî civînê bibin.

Dr. Ehmed Fetih zêde kir: Hewldanên ji bo lidarxistina civîna encûmenê di hefteya bê de berdewam in.


Roja 29.01.2024ê hemû endamên encûmena parêzgeha Kerkûkê ji bilî parêzgarê niha Rekan Cibûrî sonda yasayî xwarin. Biryar bû roja Duşemî 5ê Sibata 2024ê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê yekem civîna xwe lidar bixista, lê ji ber nebûna endamên fireksiyona Erebî û Tirkmenî hat paşxistin.
Roja 18.12.2023ê hilbijartinên ne asayî yên encumenên parêzgehên Êraqê li herêmê (ji bilî parêzgehên Herêma Kurdistanê) hatin encamdan, ku tê de hevpeymaniya (Kerkûk, hêz û îradeya me) ku ji Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê û Partiya Komunîst 5 kursî li Kerkûkê bidest xistin, piştî ku 157 hezar û 639 dengan bi dest xist, bi 43% ji tevahiya dengên parêzgeha Kerkûkê.

Piştî nêzîkî 6 mehan ji hilbijartinan, heta niha hikûmeta xwecihî li Kerkûkê nehatiye avakirin, ku teke parêzgariya Êraqê ye maye.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket