Zêdeyî 84 hezar geştiyar li Helebce bûn

Kurdistan 12:19 PM - 2024-06-20
Geştiyar PUKMEDIA

Geştiyar

Helebce Geştyar

Di çar rojên cejnê de 84 hezar geştiyar serdana Helebce kirin.

Rêveberiya Geştûguzariya Helebce di daxuyaniyekê de ragihand, ku wêneyek ji malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (PUKMEDIA) re hatiye şandin got: Di çar rojên Cejna Qurbanê de 84 hezar û 176 geştiyar serdana parêzgehê kirin û 40 binpêkirin û hişyarî hatin tomarkirin.

Rêveberiya Geştûguzariya Helebce dibêje: Di nava 4 rojan de ti bûyerên nexwestî nehatine tomarkirin û plansaziya betlaneyê û pêşwazîkirina geştiyaran bi ser ket û komîteyên pişkinînê 40 binpêkirin û hişyarî tomar kirin.

Li gor zanyariyên PUKMEDIA, piraniya geştyarên ku serdana Herêma Kurdistanê bi giştî û parêzgeha Helebce kirine ji naverast û başûrê Êaqê û Komara Îslamî ya Îranê hatine ku piraniya wan sardana Ehmed Awa kirine.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket