Zêdeyî 17 hezar kartên dengdanê dê li hilbijêran bên vegerandin
Kurdistan 06:14 PM - 2024-06-12
PUKMEDIA
Kartên dengdanê yên biyometrîk
Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan heftiya borî 17 hezar û 546 kertên biyometrîk pêşkêşî dengderên Herêma Kurdistanê kiriye û 7 hezar û 968 kesan danûstandinên biyometrîk kirine.Berdevkê komîsyonê ragihand:’’ Bi vê armancê me li 173 navendên dengdanê ji bo belavkirina dengên biyometrîk amade kirine.’’
Nêzîkî 8000 kes danûstandin kirineLi gor zanyariyên ku ji aliyê Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan ve ji malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (PUKMEDIA) re hatine şandin ragihandiye:’’Di hefteya borî de ji 3ê Adarê heta niha 17 hezar û 546 kertên biyometrîk pêşkêşî dengderên Herêma Kurdistanê kiriye û 7 hezar û 968 kesan danûstandinên biyometrîk kirine ji bo beşdariya di gera şeşemîn a hilbijartinên parlamentoyê de
serlêdana kartên biyometrîk kirine.”
Piraniya wê li Hewlêrê bû
Ji wan 17 hezar û 546 kartên ku di nava hefteyê de hatine belavkirin, 5 hezar û 738 li Silêmaniyê, 7 hezar û 295 li Hewlêrê û 4 hezar û 513 jî li Duhokê hatine belavkirin.
Li gorî komîsyonê li Silêmaniyê 2 hezar û 460 dengdêr, li Hewlêrê 2 hezar û 272 û li Duhokê jî 3 hezar û 236 dengdêr hatine tomarkirin.
173 bingeh kertan belav dikin
Berdevka Komisyona Serbixwe ya Hilbijartinan Cumana Gelayî ji PUKMEDIA re ragihand: “Hefteya bê li 173 navendên dengdanê yên Herêma Kurdistanê dê kart li ser dengderan bên belavkirin.’’
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêştir 4 biryarên Herêmî bo lidarxistina hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê dabûn, lê her carê helbijartin dihatin paşxistin û Komîsyona Hilbijartinan jî li benda biryara pêncem e bo diyarkirina roja nû ya hilbijartinan.
Yekem biryarnameya Herêmê ji bo diyarkirina roja hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê di 24ê Sibata 2022ê de û roja 1ê Cotmeha 2022ê jî bo lidarxistina hilbijartinan hat dayîn.Di 26.03.2023an de biryara duyemîn hat dayîn û roja 18.11.2023 hat destnîşankirin ku hilbijartin bên kirin.
Derbarê biryara sêyemîn de jî di 3ê Tebaxa 2023an de hat dayîn û roja 25ê Sibata 2024an ji bo hilbijartinan hat destnîşankirin.Biryara çarem û dawî ya 3ê Adara 2024ê hat dayîn ku di 10ê Hezîranê de hilbijartinên civîna şeşemîn a Parlamentoya Kurdistanê were kirin, lê ev roj jî hat paşxistin.
Niha çavê hemûyan li ser serokatiya herêmê ye ku roja nû diyar bike û biryara pêncem ji bo lidarxistina hilbijartinan derbixe.
Roja 29-5-2024, Komisyona Bilind a Serbixwe Hilbijartinan a Iraqê daxwaz ji Serokatiya Herêma Kurdistanê kir ku roja hilbijartinên giştî diyar bike. Komîsyonê wekî pêşniyarekê roja 5-9-2024 wekî roja hilbijartinên giştî destnîşan kiribû.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Êrîşên navbera Waşinton û Tehranê didomin û Îran gefan dixwe
11:16 AM - 2026-06-06 -
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
09:45 AM - 2026-06-05
zêdetir tamaşe bike
Îraq ji bo derbasbûna ji krîza Hurmizê berê xwe dide Herêmê û Sûriyeyê
11:54 AM - 2026-06-06
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
09:55 AM - 2026-06-06
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Îraq ji bo derbasbûna ji krîza Hurmizê berê xwe dide Herêmê û Sûriyeyê
Êraq 11:54 AM - 2026-06-06 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Êrîşên navbera Waşinton û Tehranê didomin û Îran gefan dixwe
Cîhan 11:16 AM - 2026-06-06





.jpg)
Aplîkêşin

