Helwesta YNK’ê ya ku bo hilbijartinan nehatiye guhertin, hêviyek daye gel

Kurdistan 01:16 PM - 2024-06-11
Hilbijartin û logoya YNKê PUKMEDIA

Hilbijartin û logoya YNKê

Hilbijartinên Parlemana Kurdistanê YNK

Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) hertim di peyama xwe de rastgo bûye û berevanî ji mafên demokratîk ên gelan bû û piştgiriya  lidarxistina gera şeşem a hilbijartinên Parlamentoyê kir, ji ber ku di wê baweriyê de bû ku dikare pêkhateya  Herêma Kurdistanê zêdetir biparêze.Endamê Serkirdayetiya YNK got:’’ Parvekirina kursiyan li gor mezinahiya wan a rastîn li ser herêman, ji yek navçeyekê bo çar deveran hilbijartinan , birêvebirina proseya hilbijartinan ji aliyê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê ve, li ser bingeha bikaranîna tomarkirina dengderan û kartên biyometrîkî yên dengdanê). Piraniya daxwazên YNKê yên serekî hatine cîbicîkirin."

Hilbijartin dê statûya herêmê hîn zêdetir misoger bike

Endama Serkirdatiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Frîal Ebdullah ji PUKMEDIA re ragihand: “YNKê helwesta xwe derbarê lidarxistina hilbijartinan de neguhertiye û hemû hewlên xwe bo pêkanîna proseya demokrasiyê dane. Pêvajoya demokratîk dikare statuya Herêma Kurdistanê zêdetir garantî bike."

“YNK’ê her tim berevaniya mafên gel kiriye û ji bo vê armancê gelek qurbanî dane YNK’ê ji destpêkê ve armanc kiriye divê partî li gor giraniya xwe di parlementoyê de bin, ne ya berê û ji bilî partiyek hemû alî 11 bi  0 beşdarî vê proseyê bûn, helbet ev yek bi prosesa demokrasiyê re nagunce.”Got

Endamê Serkirdatiya YNKê got: “Parvekirina kursiyên parlamentoyê di nav deveran de daxwaza YNKê bû û di wê baweriyê de bû ku dengder dikarin nûnerên xwe yên rasteqîn hilbijêrin û mafên xwe biparêzin, lê parvekirina  kursiyên pêkhatan  li ser herêman daxwaza YNKê bû û armanc jî şandina nûnerên xwe yên rasteqîne bo parlamentoyê bû.’’

YNK hêviya gel e

YNK hertim hêviya gelê Kurd bûye ji ber ku ji dil û can hewl daye hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê ku mafê demokratîk yê gelê Herêma Kurdistanê ye were lidarxistin.

Endamê Serkirdatiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Luqman Werdî ji malpera fermî ya YNKê re gotiye:“YNK li gel gelê Kurd e û peyama wê rastgoye û ji destpêkê ve piştgiriya  lidarxistina hilbijartinan kiriye, parastina mafên demokratîk yên dengderan kiriye, di vî warî de YNK yekane partiye ku bûye hêviya gelê Kurd.’’

“YNK beşdarî ti civînên li ser paşxistina hilbijartinan nebûye, lê partiya ku heta duh Dadgeha Federalî wek Dadgeha Sewre bi nav dikir, di dawiyê de serî li wê da û bi vî awayî pêvajoya demokrasiyê li Herêma Kurdistanê têk bir û gelê Herêma Kurdistanê ji mafên rewa bêpar kir.” Luqman Werdî got.

YNK di qada siyasî ya herêmê de serkeftî ye

Serkeftina siyasî ya heta niha li ser qada siyasî ya Herêma Kurdistanê helbet Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ye, ji ber ku di bingeh de daxwazên YNKê ev bûn; (Parvekirina kursiyan li gor mezinahiya wan a rastîn li ser herêman, parvekirin li Herêma Kurdistanê ji yek navçeyekê bo çar deveran hilbijartinan , birêvebirina proseya hilbijartinan ji aliyê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê ve, li ser bingeha bikaranîna tomarkirina dengderan û kartên biyometrîkî yên dengdanê). 

Piraniya daxwazên YNKê yên serekî hatine cîbicîkirin, bi taybetî pêkanîna dadperweriyê di nûneratiya erdnîgarî li navçeyên helbijartinan û hilbijartinên dadmend, garantîkirina gera şeşem a hilbijartinên parlamentoyê.Ev helwêstên YNKê û îsrara wê li ser daxwazên xelkê, hêviyeke din daye xelkê Herêma Kurdistanê û ew hêvî dikin ku berdewam be.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket