Me nexwest em pişta îradeya gel negirin û demokrasiyê paşve bidin

Kurdistan 05:07 PM - 2024-06-10
Serok Bafil û Balyozê Brîtanya li Iraqê Nivîsgeha Ragihandinê ya Serokê YNKê

Serok Bafil û Balyozê Brîtanya li Iraqê

Pêyiwendiyên Dîplomasî Amerîka,Birîtaniya,Aştî

Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî pêşwaziya Stephen Hitchen Balyozê Brîtanya li Iraqê kir.

Di hevdîtinê de rewşa giştî ya Herêma Kurdistanê û Iraqê hat gotûbêjkirin û tekez li ser hemahengî û karê hevbeş di navbera hemû hêz û aliyên siyasî de ji bo çareserkirina wan pirsgirêkan  hat kirin ku bûne asteng li pêşiya proseya siyasî ya navçeyê.

Serok Bafil Celal Talebanî armanca YNKê ya ji bo hilbijartinan û rewşa rêveberiya Herêma Kurdistanê rave kir û got:’’Rakirina astengiyên li pêşiya hilbijartinan û meşandina pêvajoyê bi rengekî bêkêmasî karê me bû. Ev gaveke rast bû û me nexwest ku ezmûna herêma xwe bixe metirsiyê, me nexwest em pişta îradeya gel  negirin û demokrasiyê paşve bidin li Heremê."

Di beşeke din ya vê hevdîtinê de, pirsgirêkên di navbera Hewlêr û hikûmeta navendî de hatin gotûbêjkirin û Serok Bafil tekezî li ser çareseriya destûrî ya pirsgirêkan  kir û got: “Hemû pêngavên me yên li Bexdayê di çarçoveya parastina mafên gel û berjewendiyên bilind de bûne û me her hewlek li dijî îradeya gelê xwe red kiriye.Helbet em spasiya hemû dostên xwe yên ku piştgirî dane mafên destûrî yên kurdan û hewl dane wan mafên xwe misoger bikin."

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket