Serok Bafil û Ethem Barzanî tekezî li ser guhertina hikûmetê kirin

Kurdistan 04:42 PM - 2024-06-10
Serok Bafil û Şêx Ethem Barzanî Nivîsgeha Ragihandinê ya Serokê YNKê

Serok Bafil û Şêx Ethem Barzanî

Pêyiwendiyên Dîplomasî Bajarê Silêmaniyê YNK

Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî li bajarê Silêmaniyê serdana Şêx Ethem Barzanî kir.

Di civînê de behsa rewşa Herêma Kurdistanê û pirsa hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê hat kirin û tekez li ser serkeftina hewlên niştimanî ji bo bidestxistina guhertinan di proseya hukimdariyê de û xizmetkirina welatiyan kirin.

Serok Bafil Celal Talebanî li ser pêşhatên dawî û pêngavên lidarxistina hilbijartinên dadmend got: “Hemû hêz û aliyên ku xema serkeftina ezmûna Herêma Kurdistanê û pêkanîna hikûmeteke saxlem in, divê li hember paşxistina hilbijartinan û çêkirina astengiyan li pêşiya vê pêvajoya girîng û demokratîk, rêveberiyeke saxlem e bisekinin.”

Di hevdîtinê de her wiha tekezî li ser pêşxistina peywendiyên dualî û yekxistina hewlên niştimanî ji bo bidawîanîna nakokiyan û parastina mafên destûrî yên gelê Kurd di çarçoveya hikûmeta federal de hat kirin.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket