Komîsyon: Derengxistina biryara Herêmê bandorê li karê lidarxistina hilbijartinan dike
Kurdistan 01:58 PM - 2024-06-10
PUKMEDIA
Parlemana Kurdistanê
Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan li benda derxistina pêncemîn fermana Serokê Herêma Kurdistanê ye, ji bo destnîşankirina roja hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê, piştî ku pêştir 4 caran hatin paşxistin û tekez kir ku paşxistin bandor li ser karê û piseya wê dike.
Di vê derbarê de Berdevka Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan Cumane El-Gelay ji malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê PUKMEDIA re ragihand: Hêj jî Komîsyona Hilbijartinan li benda biryara Herêmê ye ji bo diyarkirina roja hilbijartinan. Di berdewamiya axaftinên xwe de tekez li ser vê yekê jî kir ku paşxistina vê biryarê bandorê li ser kar û xebatên komîsyona hilbijartinan û dema kar dike.
Cumane El-Geleyî herwiha got: “Encûmena nûnerên Êraqê karê encumena komîsyonê ya niha di Komîsyona Hilbijartinan de bo heyama 6 mehan dirêj kir û heta destpêka sala 2025an û armanca wê serrastkirinê jî ew bû ku pêkanîna Hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê di vê heyamê de, ji ber wê jî Komîsyon li benda biryara Herêmê ye ku karê xwe berdewam bike da ku di vê heyamê de hilbijartinan di heyama yasayî ya ku ji bo Encûmena Komisyonan hatiye diyarkirin de ye.”
Komîsyon dîrokek nû pêşniyar dikeDadgeha Bilind a Federal di 7’ê Gulana 2024’an de derbarê sîstema qeydkirin û pesendkirina lîsteyên namzedên hilbijartinên jimare (7) yên Parlamentoya Herêma Kurdistanê yên sala 2024’an de biryar da.
Dadgehê di daxuyaniyekê de ragihand: “Dadgeha Bilind a Federalî daxwaznameya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê/Êraqê ya ji bo derxistina fermana dewletê di dosyaya bi hejmara (126/Federal/2024) de, heta biryara dozê nirxand.
Piştî vê biryarê, Desteya Komîseran di 8ê Gulanê de biryar da ku prosedurên teknîkî û darayî yên hilbijartinên 2024ê yên Parlamentoya Kurdistanê were rawestandin heta dosya li Dadgeha Bilind a Federal were çareserkirin.
Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan piştî ku bi biryara Dadgeha Federalî proseyên teknîkî hatin rawestandin, roja nû ji bo lidarxistina hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê pêşniyar kir.
Komisyonê ji bo destnîşankirina roja nû ya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê di 28-5-2024 nameyeke fermî ji Serokatiya Herêma Kurdistanê re şand û ji Serokatiya Herêmê re pêşniyar kir ku roja 5/9/2024 wek rojeke nû ji bo lidarxistina hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê were destnîşankirin.
Hêjayî gotinê ye ku piştî derxistina biryara Dadgeha Federalî, rêkarên teknîkî yên hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê rawestiyan, lê desteya dadwerî Komîsyona Hilbijartinan neçar kir ku ji bo amadekariyên hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê dest bi prosedurên xwe bike.
Heta niha 4 biryarnameyên herêmê hatine derxistin
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêştir 4 biryarên Herêmî bo lidarxistina hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê dabûn, lê her carê helbijartin dihatin paşxistin û Komîsyona Hilbijartinan jî li benda biryara pêncem e bo diyarkirina roja nû ya hilbijartinan.
Yekem biryarnameya Herêmê ji bo diyarkirina roja hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê di 24ê Sibata 2022ê de û roja 1ê Cotmeha 2022ê jî bo lidarxistina hilbijartinan hat dayîn.
Di 26.03.2023an de biryara duyemîn hat dayîn û roja 18.11.2023 hat destnîşankirin ku hilbijartin bên kirin.
Derbarê biryara sêyemîn de jî di 3ê Tebaxa 2023an de hat dayîn û roja 25ê Sibata 2024an ji bo hilbijartinan hat destnîşankirin.
Biryara çarem û dawî ya 3ê Adara 2024ê hat dayîn ku di 10ê Hezîranê de hilbijartinên civîna şeşemîn a Parlamentoya Kurdistanê were kirin, lê ev roj jî hat paşxistin.
Niha çavê hemûyan li ser serokatiya herêmê ye ku roja nû diyar bike û biryara pêncem ji bo lidarxistina hilbijartinan derbixe.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zêdetir tamaşe bike
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
09:45 AM - 2026-06-05
Serok Bafil:Hikûmeta bê divê hevseng û hevkarî têde be
12:02 AM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05






Aplîkêşin

